Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di du bûyerên cuda de li Urdin û Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên wan mirine.
CENTCOMê destnîşan kir ku wan termê wî leşkerê xwe dît ku di êrişa li Urdinê de winda bûbû.
CENTCOMê di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku piştî êrişeke Îranê ya 17ê Tîrmehê ya li ser baregeheke wan a li Urdinê, du leşker mirine û yek jî winda bûye.
Tîmên lêgerînê vê sibehê (19ê Tîrmeha 2026an) li cihê bûyerê termek dît. Niha pişkinîn tên kirin da ku were piştrastkirin ku ew term ê leşkerê winda ye.
Li "bakurê Îraqê" leşkerek mir
CENTCOMê anî zimên ku roja şemiyê (18ê Tîrmehê) jî leşkerekî wan li "bakurê Îraqê" miriye.
Li gorî daxuyaniyê, bûyer di dema pûçkirina bermahiyên droneke Îranê de qewimiye û di wê teqînê de leşkerekî din jî bi sivikî birîndar bûye.
Nasname hîn nehatine eşkerekirin
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku heta malbatên wan bi awayekî fermî neyên agahdarkirin, ew dê navên leşkerên mirî eşkere nekin.
Şerê di navbera Amerîka û Îranê de 28ê Sibata 2026an dest pê kir û herêm xistiye qonaxeke gelekî metirsîdar.
Di vê demê de gelek caran bi dron û mûşekan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Urdin, Îraq û welatên Kendavê hatiye kirin.
.webp&w=3840&q=75)


