Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kopê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 6 salî yê ku 17ê Tîrmehê di çem de winda bûbû mirî hat dîtin.
Li Gundê Xelê yê navçeya Kopê roja înê Jiyan Cana 8 salî û Hilvan Canê 6 salî ketin Çemê Heftreng û bi avê re herikîn.
Apê zarokan Ferîdun Can bi hewlên xwe biraziya xwe Jiyan Can ji avê derxist lê wê Jiyanê canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê û tîmên binavê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û ji bo dîtina Hilvan Can dest bi xebatên lêgerînê hat kirin.
Hilvan Can îro 3 kîlometreyan dûrî cihê ku ketibû avê hat dîtin.
Hat zanîn malbata wan ji bo şivaniyê ji Amedê çûye Mûşê.



