Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) êrişên bi mûşekan ên Îranê yên li Herêma Kurdistanê şermezar kir û got, “Di vê dema dijwar de em mil bi mil bi birayên xwe yên li Hewlêrê re radiwestin û êrişa li ser her yekî ji me, êrişa li ser me hemûyan e."
Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî îro li ser êrişên bi mûşekan ên şeva borî yên Îranê daxuyaniyek belav kir.
Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de got, "Şeva borî ewlehî û serweriya neteweya me rastî binpêkirineke mezin û nayêqebûlkirin hat.
Êrişa bi mûşekên balîstîk a ku ji Îranê hatib avêtin nîştimanê me û hêzên me yên ewlehiyê yên qehreman kir armanc."
"Slemetiya gelê me xeta sor e"
Serokê YNKyê tekez kir ku karê wan ê herî sereke selametî û parastina welatiyan e.
Her wiha wî da zanîn ku dezgehên hewarçûnê û hêzên parastinê bi temamî ketine nav tevgerê.
Bafil Talebanî ji gel xwest ku aram û baldar bin û pêbendî rêbazên fermî yên dezgehên ewlehiyê bin.
Wî di beşeke din a daxuyaniyê de êriş wekî "kiryareke şerxwazî ya biqesd û binpêkirineke tund a yasayên navneteweyî" bi nav kir û got:
"Em bi tundî vê êrişê şermezar dikin. Bila ev zelal be: Armancgirtina neteweya me bi ti awayî nayê qebûlkirin û selametîya gelê me xeta sor e ku nayê binpêkirin."
"Em li aloziyan nagerin"
Bafil Talebanî li ser bertekan jî eşkere kir ku ew li herêmê li zêdebûna alozî û bêîstiqrariyê nagerin û hişyarî da û got:
"Nabe ku sebra me wekî bêvîndarî yan jî bêşiyantiyê bê şîrovekirin."
Serokê YNKyê destnîşan kir ku ew bi awayekî çalak bi hevpeyman û hevparên xwe re di nava hevahengiyê de ne.
Bi gotina wî armanca wan ew e ku bersiveke dîplomatîk bidin û ji bo parastina neteweyê parastineke bihêz misoger bikin.
Her wiha ew daxwaza rawestandina bilez a wan "kiryarên dijminane" û zelalkirina lezgîn a li ser wan binpêkirinan dike.
Çi qewimî?
Şeva înê êrişî barûtxaneya Taslûceyê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin û li wê navçeyê agir derket.
Birêvebirê Hawarçûna Bilez a Silêmaniyê Saman Nadir ji Rûdawê re axivî û got:
"Di encama êrişa li Taslûceyê de 2-3 birîndar hene lê birînên wan sivik in û ew rakirin nexweşxaneyê."
Di heman demê de şeva înê bi 4 dronan êrişî Hewlêrê jî hat kirin.
Lê beriya ku dron bigihîjin armanca xwe, bi rêya pergala parastina asmanî hatin xistin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ti zererên canî çênebûne.



