Hewlêr (Rûdaw) - Rêbiwar Teha ragihand ku wekî rêzekê ji bo xebat û xizmetên wî rojnamegerî dê li bajarê Kerkûkê dibistanek bi navê Helkewt Ezîz were vekirin.
Alîkarê Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha îro li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê beşdarî merasîma çileyê ya Nûçegihan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz bû û axivî.
Rêbiwar Teha di merasîmê de got, "Jidestdana Helkewt Ezîz şokeke biêş bû. Helkewt tenê karê ragihandinê nedikir, ev kar ji bo wî berpirsiyariyek bû li hemberî bajarê wî, Herêma Kurdistanê û Îraqê jî."
“Di veguhestina nûçeyan de rastgo bû”
Rêbiwar Teha qala taybetmendiyên Helkewt Ezîz kir û got:
"Du taybetmendiyên baş bi Helkewt re hebûn, wî hest bi berpirsiyariyê dikir û di veguhestina nûçeyan de rastgo bû."
Rêbiwar Teha diyar kir ku ev yek bû sedem ku ew li ser asta Kurdistan û Îraqê bê hezkirin.
Wî anî zimên ku ew kesên ku Helkewt ji nêz ve nedinasîn jî ji bo koça wî ya dawî xemgîn bûn.
“ Xwendekar dê li dibistana 'Helkewt Ezîz' bixwînin”
Rêbwar Teha destnîşan kir ku wan berê li Kerkûkê dibistanek bi navê Şehîd Soran Mame Heme vekiriye.
Wî ragihand ku wan niha biryar daye heman pêngavê ji bo Helkewt Ezîz jî biavêjin.
Rêbiwar Teha wiha axivî:
"Me baş dît ku em navê Kak Helkewt li yek ji dibistanên Kerkûkê bikin.
Em dê di rojên pêş me de dest bi rêkaran bikin. Di werza nû ya xwendinê de dê xwendekar li wê dibistanê bixwînin ku navê Helkewt Ezîz lê ye."
16 salan di medyayê de xebitîbû
Nûçegihan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz, 8ê Hezîrana 2026an li ser rêya Bexda û Besrayê rastî qezayeke trafîkê hat.
Helkewt Ezîz heman rojê piştî nîvro ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.
Wç 20ê Kanûna Pêşîn a 2015an li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kiribû û ji ber çalakbûn û rastgotiya xwe bûbû cihê baweriya temaşevanan.
Helkewt Ezîz sala 1989an di koçberiyê de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûbû û bi eslê xwe ji bajarê Kerkûkê bû.
Wî bawernameya dîplomayê di warê derhêneriyê de li Peymangeha Hunerên Ciwan a Kerkûkê wergirtibû.
Helkewt Ezîz 16 salan di warê medyayê de xebitîbû.



