Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa firotina online ya Tirkiyeyê Trendyolê, mexazaya Pirtûka Kurdî ya li ser platforma xwe bi temamî girt.
Xwediyê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev ragihand ku nêzîkî 1300 berhemên wan hatine rakirin û ew dê li dijî Trendyolê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
Xwediyê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev li ser vê krîzê û hewldanên xwe yên hiqûqî pirsên Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak bersivandin.
Sedema girtinê
Bawer Berşev da zanîn ku ev 3 sal in Trendyol li ser malpera xwe astengiyan derdixe pêşiya berhemên Kurdî û pirtûkên li ser Kurdistanê.
Li gorî axaftina Berşev, dema ku wan pirtûka Mihemed Emîn Zekî Beg a bi navê "Kurtler ve Kurdistan Tarihi" (Dîroka Kurd û Kurdistanê) bar kiriye Trendyolê, şirketê ew pirtûk asteng kiriye.
Berşev anî zimên ku Trendyolê ji ber wê pirtûkê ceza daye wan.
Dema wan îtiraz kiriye û pirsîye bê çima asteng dikin, rayedarên Trendyolê tenê bersiva "Marka şaş e" daye wan.
Zêdetirî 1300 berhemên Kurdî hatin rakirin
Bawer Berşev diyar kir ku piştî nîqaşên li ser vê pirtûkê îtirazê, Trendyolê mexazaya wan bi yekcarî girtiye.
Berşv da zanîn ku Trendyolê ji mexazaya Pirtûka Kurdî ya li ser Trendyolê de di navbera 1200 û 1300î de berhem rakirine û di ser de jî mexaza bi tememî girtiye.
Berşev destnîşan kir ku Trendyolê ne tenê pirtûk, di heman demê de kûpa, termos, poster û pêdiviyên rojbûnê yên bi Kurdî jî rakirine.
Her wiha pirtûkên fêrbûna zimanê Kurdî û ferheng jî di nav wan berhemên hatine rakirin de ne.
Li gorî Berşev ev biryara Trendyolê zerereke mezin gihandiye piyaseya weşangeriya Kurdî û ji sedî 20ê bazara Pirtûka Kurdî asteng kiriye.
"Em dê dozê li Trendyolê vekin"
Pirtûka Kurdî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hişyariyek şandiye ji Trendyolê re.
Bawer Berşev eşkere kir ku eger heta roja duşemê bersiveke erênî ji wan re neyê, ew dê dozê li Trendyolê vekin.
Berşev li ser armanca xwe ya vekirina dozê jî got:
"Em vê yekê qebûl nakin. Em naxwazin Trendyol li ser peyva Kurdistanê yan jî li ser pirtûkên Kurdî faşîzmekê bike.
Em naxwazin platformeke navneteweyî rê li ber firotina pirtûkên Kurdî bigire. Em tenê dixwazin vê dozê qezenc bikin."


