Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrişa li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Îranê doh bi gelek dron û mûşekan êrişî Hewlêr û Silêmaniyê kir.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê eşkere kir ku di êrişên li Silêmaniyê de 9 Pêşmergeyên wan şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Mezlûm Ebdî li ser mijarê peyamek belav kir û got:
“Me bi xemgîniyeke mezin agahiya şehadeta 9 Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê bihîst. Ew li bajarê Silêmaniyê di encama êrişa rejîma Îranê de, dema ku li ser erkê xwe bûn şehîd ketin.
Em careke din her êrişa ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dike armanc şermezar dikin."
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got:
"Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan, birêvebiriya Komeleya Şoresgeran û gelê me yê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin.
Xwedê şehîdan bi rehma xwe şad bike û em ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.”
9 Pêşmerge şehîd ketin
Doh sibehê bi gelek dron û mûşekan êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin.
Dezgeha Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi 7 mûşekan êrişî Silêmaniyê hatiye kirin.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê eşkere kir ku di êrişên li Silêmaniyê de 9 Pêşmergeyên wan şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.



