Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê kesekî ku beşdarî xwenîşandanên Jîna Emîniyê bûbû hat bidarvekirin.
Li Îranê cezayê darvekirinê yê Arîf Hoşkar hat bicihanîn.
Arîf Hoşkar di xwenîşandanên ku Îlona 2022yan de dest pê kiribûn de, bi tohmeta kuştina karmendekî ewlehiyê hatibû darizandin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Ew xwenîşandan piştî wê yekê dest pê kiribûn ku Jîna Emînî dema ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin û ji ber tundiyê canê xwe ji dest dabû.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî Hêza Dadweriyê ya Îranê, Arîf Hoşkarê ku bi kuştina karmendekî ewlehiyê dihat tohmetbarkirin hat bidarvekirin.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Arîf Hoşkar di dema xwenîşandanan de bi çekê li karmendekî ewlehiyê xistiye û bûye sedema mirina wî.
Her wiha hat îdiakirin ku Arîf Hoşkar li sûcê xwe mikur hatiye.
Dosyeya Arîf Hoşkar piştî îtîrazê, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve ji nû ve hatiye nirxandin û cezayê wî hatiye erêkirin.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku li ser daxwaza malbatê ew cezayê ku hatibû dayîn hatiye bicihanîn.



