Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî şopandinên Tora Medyayî ya Rûdawê, di 24 demjimêrên borî de bi 10 mûşek û 16 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.
Ji şeva 15ê Tîrmehê ve êrişên mûşek û dronan ên li ser parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê zêde bûne.
Di 24 demjimêrên borî de bi 10 mûşek û 3 dronan êrişî Silêmaniyê hatiye kirin.
Her wiha bi 13 dronan êrişî Hewlêrê hatiye kirin.
Êrişên 24 demjimêrên borî:
- Şeva 17ê Tîrmehê, bi 2 dronan êrişî navçeya Taslûceyê ya Silêmaniyê hat kirin û di encamê de herî kêm 2 kes birîndar bûn.
- Şeva 17ê Tîrmehê, di navbera demjimêr 21:58 û 22:06an de bi 5 dronan êrişî Hewlêrê hat kirin. Dije Terorê ragihand ku hevpeymanan dron li asmanan têk birine û ti xisarên canî nebûne.
- 17ê Tîrmehê, dronek li nêzîkî navçeya Axcelerê ya ser bi navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê ve ket xwarê. Ji xeynî xisarên jîngehê, ti xisarên canî nebûn.
- 17ê Tîrmehê, bi 2 mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê ya Silêmaniyê hat kirin.
- 17ê Tîrmehê, bi mûşekekê êrişî kampên li navçeya Sûrdaşê ya Silêmaniyê hat kirin. Berpirsekî Komaleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji Rûdawê re got, ti xisarên canî nebûne.
- 17ê Tîrmehê, bi 8 mûşekan êrişî Zirgwêzeyê ya Silêmaniyê hat kirin. Di encamê de 9 Pêşmergeyên Komaleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê şehîd ketin û 3 Pêşmerge jî birîndar bûn.
- Berbanga 17ê Tîrmehê, bi 8 dronan êrişî Hewlêr hat kirin. Dije Terorê ragihand ku dron ji aliyê pergala parastinê ya hevpeymanan ve hatine têkbirin û ti xisar nedane.
Êrişên vê mehê
Li gorî şopandinên Rûdawê, ji destpêka vê mehê ve heta berî nîvroya 18ê Tîrmehê, bi 40 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî amarên ku Rûdawê kom kirine, vê mehê bi 27 dronan êrişê parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Her wiha sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî
Di heman demê de bi 10 mûşek û 3 dronan êrişî parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.
Meha borî jî bi 13 dron û 2 mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin.
Ji wê hejmarê 9 dron û 2 mûşek li ser Hewlêrê bûn. Her wiha bi 2 dronan parêzgeha Silêmaniyê û bi 2 dronan jî navçeya Akrêyê ya parêzgeha Dihokê hat armanckirin.
Hemû êrişên li ser Herêma Kurdistanê
Ji di 28ê Sibatê ango ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê heta pêş nivroya 18ê Tîrmehê, bi 913 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encamê de 30 kes şehîd ketin û 140 kes jî birîndar bûn.
Hejmara êrişan a li gorî parêzgehan wiha ye:
Parêzgeha Hewlêrê: 622 êriş
Parêzgeha Silêmaniyê: 258 êriş
Parêzgeha Dihokê: 31 êriş
Parêzgeha Helebceyê: 2 êriş
Qurbaniyên êrişan
Di encama van êrişan de 30 kesan canê xwe ji dest da.
Qurbanî ev in: 7 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê yên li Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê.
Karmendekî asayîşê yê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
Jin û mêrekî ku di mala xwe de hatin şehîdkirin.
18 Pêşmergeyên pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê. Kurê pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê.
Her wiha leşkerekî Fransayê yê li Hewlêrê bû.
Li gorî amarên ku Rûdawê kom kirine, beşek ji birîndaran ev in:
29 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê yên li Îdareya Serbixwe ya Soranê.
3 karmendên asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
3 Pêşmerge û 2 parêvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê.
Parêzvanekî Hotêla Titanicê ya li Silêmaniyê.
Her wiha 2 karmendên parastina sivîlan ên Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî û polîsek jî hene.
Di nav birîndaran de 18 sivîl hene. Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayê yên li Hewlêrê ne.



