Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Erziromê, di çarçoveya lêpirsîna li ser Gulistan Dokuyê de ku 5ê Kanûna Paşîn a 2020an de winda bûbû, hinek belge û agahiyên balkêş xwestin.
Serdozgeriya Erziromê, 5ê Hezîranê bi nivîseke fermî ji Serdozgeriya Dêrsimê xwest ku hinek belge û agahiyan bi awayekî lezgîn amade bike.
Van belgeyan dê têxin nav dosyeya lêpirsînê ya li ser Parêzgarê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel.
Di nivîsa fermî de hatiye xwestin hemû wesayîtên zirxî yên polîs û cendirmeyan ku roja bûyerê tenê li navenda Dêrsimê li ser kar bûn, werin tespîtkirin.
Her wiha hatiye xwestin ku plakayên fermî û sivîl, li gel taybetmendiyên berbiçav ên van wesayîtan li dosyeyê werin zêdekirin.
Agahiyên karmendan hatin xwestin
Ji bilî vê, li ser hemû karmendên (şofêr, fermandarên wesayîtan û nîşanger) ku 5ê Kanûna Paşîn a 2020an di van wesayîtan de erkdar bûn, nasname û agahiyên wan ên sîcîlê ji dozgeriyê hatin xwestin.
Serdozgeriyê xwest ku li ser roja bûyerê fermanên erkan, qeydên dewriye û derbasbûnan û her wiha kopyayên fermî yên qeydên ketin û derketina wesayîtên zirxî radestî wan werin kirin.
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku ev belge ji bo lêkolîna wê îhtimalê tên xwestin dibe ku di windabûna Gulistan Dokuyê de destê wesayîtên zirxî jî hebe.



