Hisîça (Rûdaw) - Karwanekî nû yê koçberên Efrînî ji herêma Cizîrê ber bi Çiyayê Kurmênc ve bi rê ket.
Ev karwan di bin çavdêriya tîma serokatiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên parêzgeha Hisîçayê de hat birêkirin.
Karwan ji hezar malbatî pêk tê û bi sedan otomobîl tevlî bûne.
Di merasîma birêkirina karwanê de 2 parlamenterên Kurd ên Parlamentoya Sûriyeyê û Fermandarê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê amade bûn.
Alaya Kurdistanê û darên zeytûnan ku nîşaneyên hebûna Kurdan û Efrînê ne, di nav karwanê de derketin pêş.
"Em nizanin çarenivîsa me çi ye"
Dêya Elî, yek ji wan koçberan e ku piştî 9 salan vedigere navçeya Racoyê ya Efrînê.
Ew bi girî vedigere mala xwe ya wêranbûyî û xemgîniya xwe wiha tîne zimên:
"Xwezî em Kurd bi hêz vegeriyana. Hêz çû, mirov jî diçin. Piştî 9 salan, wekî me nebû. Em nizanin çarenivîsa me çi ye."
"Kî ji xaniyan dernekeve dê biçe dadgehê"
Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Sûriyeyê Dr. Mistefa Ebdî li ser rewşa malên Efrîniyan axivî û peyamên tund dan.
Dr. Mistefa Ebdê got, "Di vî karwanî de hezar malbat hene. Hinek mal vala bûne û hinek jî hîn vala nebûne."
Ebdî hişyarî da kesên ku malên Kurdan dagir kirine û wiha pê de çû:
"Ew malên ku dagirkirî ne jî dê bên valakirin. Kî di xaniyan de asê bibe, dê biçe dadgehê. Dewlet heye, ew dê xelkê û xaniyên wan vegerîne."
Metirsiya mînan a li Serê Kaniyê
Dr. Mistefa Ebdî li ser vegera Kurdan a ji bo Serê Kaniyê jî axivî.
Ebdê diyar kir ku li Serê Kaniyê metirsiya mayînan heye û got:
"Rûsyayê, hikûmeta berê û HSDyê bi hev re gelek mîn li wir çandine. Ji ber vê yekê, ji bo parastina canê xelkê em niha wan venagerînin."
10 hezar malbat vegeriyan
Bi çûyîna vî karwanî re hejmara malbatên ku heta niha vegeriyane Efrînê gihişt derdora 10 hezarî.
Li gorî agahiyan, ji destpêka meha bê ve dê dosyeya vegera Kurdan a ji bo Serê Kaniyê jî were vekirin.
Vegera koçberan yek ji xalên sereke yên peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê ye.


.webp&w=3840&q=75)