Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyayî Bekir Elî diyar kir ku zêdetirî sê mehan e 8 koçberên Kurd li Lîbyayê winda ne.
Bekir Elî her wiha eşkere kir ku çar koçberên din jî ku xwestine di ser Yunanistanê re biçin Ewropayê, "lê ev 45 roj in çarenûsa wan jî ne diyar e."
Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyayî Bekir Elî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Elî ragihand ku 8 koçberên Kurd ên ku ji bo gihîştina Ewropayê ji Herêma Kurdistanê çûbûn Lîbyayê, sê meh û nîv in çarenûsa wan ne diyar e û got:
"Têkiliya wan a dawî di nîvê meha adarê de li Lîbyayê bûye. Piştî wê ti pêwendiya wan bi kesûkarên wan re nemaye."
Li Tirkiyeyê jî 4 koçber winda ne
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî her wiha da zanîn ku ji xeynî wan 8 kesan, 7 welatiyên din jî li Tirkiyeyê winda bûne ku wan jî xwestiye di ser Yunanistanê re xwe bighînin Ewropayê.
Bekir Elî li ser vê mijarê got, "Têkiliya wan a dawî beriya 45 rojan bûye û piştî wê ti agahî ji wan nehatine sitandin."
Bekir Elî diyar dike ku dîtina koçberên windayî karekî gelekî dijwar e, çimkî ew ne di bin desthilata wan welatan de ne û wiha anî zimên:
"Em hemû hewlên xwe didin da ku bi rêya xelkê nîşanek li ser wan peyda bikin."
Vegerandina koçberan ji Lîbyayê
Berê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Karên Derve ya Îraqê bi çendîn qonaxan koçberên ku li Lîbyayê ketibûn destê komên çekdar û piştî wê hatibûn rizgarkirin vegerandibûn.
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî diyar kir, "Ew tenê dema ku cihê koçberan eşkere be wan vedigerînin Herêma Kurdistanê. Lê ev koçber winda ne û divê pêşî werin dîtin."
Salane bi hezaran koçber diçin Lîbyayê da ku di ser deryayê re derbasî welatên Ewropayê bibin.
Lê belê piraniya caran di nîvê rê de rastî qaçaxçiyan, komên çekdar û metirsiyên mezin ên canî tên.
Karkerê Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê Ehmed Sehaf 26ê Gulana 2026an ji Rûdawê re ragihand ku di dema du salên borî de 352 koçber hatine vegerandin ku hemû jî xelkê Herêma Kurdistanê bûn û bi neyasayî derbasî xaka Lîbyayê bûbûn.



