Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Rihayê bi bîr anî ku gora Bedîuzeman Seîdê Kurdî piştî derbeya 1960î hatiye vekirin û termê wî birine cihekî ne diyar û xwest ku termê “winda” were dîtin û li gora wî ya li Rihayê were vegerandin.
Baroya Rihayê bi sedema salvegera 66an a derxistina termê Bedîuzeman Seîdê Kurdî ya ji gora wî (12ê Tîrmeha 1960î) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Seîdê Kurdî 23yê Adara 1960î li Rihayê koça dawî kiriye û li hewşa Mizgefta Xelîl-ur Rehmanê hatibû binaxkirin.
Lê belê piştî binaxkirinê bi 111 rojan, birêvebiriya derbeya 27ê Gulanê gora wî vekiiyer û termê wî biriye cihekî ku heta niha nayê zanîn.
"Riha dê bibe navenda Kurdîtiyê"
Baroyê diyar ku birêvebiriya derbeyê ya wê demê li dijî binaxkirina Seîdê Kurdî ya li Rihayê bû.
Daxuyaniyê bal kişand ser civîna Kabîneyê ya 20ê Hezîrana 1960î û diyar ku Serokê Komîteya Yekîtiya Niştimanî Cemal Gursel bi fikar gotiye, "Sibe dê Riha bibe navenda Kurdîtiyê" û wî xwestiye ku term were veguhastin.
Daxwaznameya bi darê zorê
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku birêvebiriya derbeyê pişt re bi zorê daxwaznameyek bi Evdilmecîd Nursiyê birayê Seîdê Kurdî daye îmzekirin.
Her çend di qeydên fermî de hatibe gotin ku term li Ispartayê hatiye binaxkirin jî hîn çarenivîsa termê wî ne diyar e.
Baroya Rihayê ragihand ku ew ji sala 2017an ve ji bo eşkerekirina çarenivîsa termê Seîdê Kurdî hewldanên îdarî û dadî didomînin.
Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bûne, wan du caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî daye.
"Sûcê li dijî mirovahiyê ye"
Baroyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: "Vekirina gora rehmetî Seîdê Kurdî ya ji aliyê derbekaran ve û desteserkirina termê wî, sûcekî eşkere yê mirovahiyê ye û binpêkirineke giran a mafê parastina gorê ye."
Baroya Rihayê xwest ku termê “winda” li Rihayê were vegerandin û destnîşan kir ku ew dê di ser astên niştimanî û navneteweyî de dozê bişopînin.
Di dawiya daxuyaniyê de Bedîuzeman Seîdê Kurdî bi rehmet hat bibîranîn û "zihniyeta faşîst" a berpirsyarê windakirina termê wî hat şermezarkirin.
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
