Hewlêr (Rûdaw) - Zehra Semoya Endama Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ji Rûdawê ragihand ku li Serê Kaniyê pêvajoya paqijkirina mayînan ber bi dawiyê ve diçe û di demeke nêzîk de dê rêyên sereke yên herêmê li ber hatin û çûyînê werin vekirin.
Zehra Semo li ser mijarê ji Rûdawê axivî û da zanîn ku wan di van demên dawî de bi tîma serokatiyê ya ku berpirsa dosyaya vegera koçberên Serê Kaniyê ye re pêwendî daniye.
Paqijkirina rêyan
Zehra Semoyê li ser xebatên li qadê got: "Pêvajoya paqijkirina mayînan li ser xeta Elok û Dirbêsiyê bi temamî bi dawî bûye.
Lê belê hîn herêmeke bi dirêjahiya 14-15 kîlometreyan ber bi xeta Til Temirê ve mayînkirî ye û pêdiviya wê bi paqijkirinê heye."
Astengiya xaniyên dagirkirî
Zehrayê destnîşan kir ku astengiya duyem a li pêşiya vegerê, dosyaya xaniyên dagirkirî ye.
Wê diyar kir ku ji bo vegera ewle ya koçberan, divê ew kesên ne resen ên ku li ser milkên xelkê Serê Kaniyê rûniştine werin derxistin û li herêmên wan ên resen werin vegerandin.
Ev daxwaz bi taybetî ji bo wan kesên ku ji taxa Xiwêranê ya Hisîçayê û deverên din çûne Serê Kaniyê ye.
Wê her wiha anî zimên ku ew dê li gel tîma serokatiyê hinek astengên din ên li pêşiya vegerê gotûbêj bikin ku “hebûna koçberên biyanî ya di malên Kurdan de” yek ji wan e û li pey çû:
"Piştî ku paqijkirina mayînan bi dawî bibe, Komîteya Koçberên Serê Kaniyê dê bi şandeya serokatiyê ya berpirsa vê dosyayê re bicive da ku mekanîzmayeke guncav û ewle ji bo vegera koçberan were nîqaşkirin."
Rewşa giran a li kampan
Divê were gotin ku ji ber germa giran a havînê, nebûna ava paqij, qutbûna elektrîkê û kêmkirina alîkariyên mirovî ya ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve, jiyana li kamp û navendên stargehê her ku diçe zehmettir dibe.
Endama Komîteyê bal kişand ser rewşa giran a jiyana rojane ya koçberên Serê Kaniyê û eşkere kir ku nebûna ava paqij di nav jin û zarokan de dibe sedema nexweşiyan û pêdivî bi alîkariyên bilez heye.
14 hezar malbat li benda vegerê ne
Komîteyê diyar kir ku ew hewldanên xwe li gel hemû aliyên peywirdar, Parêzgarê Hisîçayê û tîma serokatiyê didomînin.
Zehrayê got armanca sereke ya Komîteyê ew e ku "vegereke bi rûmet û ewle" ji bo hemû koçberan dabîn bike û astengên li pêşiya wan rake.
Zehra Semoyê di dawiya daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re eşkere kir ku hejmara malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê yên ku ji bo vegera li ser cih û warên xwe hatine qeydkirin, gihîştiye 14 hezaran û biland:
"Li gorî amarên giştî ya ku me amade kirine, 14 hezar malbatan navê xwe ji bo vegerê tomar kiriye.
Ev xelkê me niha li herêmên cuda belav bûne; hinek ji wan di navbera Dêrik û Hisîçayê de ne, hinek li Kobaniyê ne û hinek malbatên me jî niha li Herêma Kurdistanê dimînin."
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)