Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê Mihemed Mistefa di daxuyaniyeke taybet de Rûdawê eşkere kir ku Parêzgarê Helebê û berpirsên herêmî bi ti rengî ne li dijî navê "Kobanî" ne û rêzê li daxwaza xelkê herêmê digirin.
Mihemed Mistefa diyar kir ku pirsgirêka heyî ne siyasî ye, ew pirsgirêkeke îdarî û qanûnî ye ku di sicîlên fermî yên dewletê de bi cih bûye.
Helwesta Parêzgarê Helebê
Mihemed Mistefa da zanîn ku wî li gel parêzgarê Helebê civînek kiriye û ragihand ku parêzgar daxwaza xelkê qebûl kiriye û got:
"Em çûn cem Parêzgar. Wî ji me re got: 'Madem milet navê Kobaniyê dixwaze, em çima bibêjin em dê biguherin? Ti pirsgirêka me li gel milet nîne.'
Anku Parêzgar bi xwe navê Kobaniyê qebûl dike û ne li dijî daxwaza xelkê herêmê ye."
Çima di raporan de "Eyn el-Ereb" tê bikaranîn?
Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê rûniştina xwe ya li gel qeymeqamê herêmê jî parve kir û sedema derketina vê pirsgirêkê rave kir:
"Qeymeqamê herêmê jî ji me re got ku 'Ez bi xwe Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê me û li cem min ev der Kobanî ye lê di sicîlên dewletê de navê wê wekî Eyn El-ErEb e.'
Dema ku îdareya ragihandinê ya Helebê daxuyanî belav kirin, wan li gorî sicîlên fermî navê Eyn el-Ereb bi kar anî çimkî di qeydên fermî de navê Kobaniyê ti carî nehatiye tomarkirin. Vê yekê jî bû sedema nerazîbûna xelkê."
Mihemed Mistefa destnîşan kir ku dewlet ne li dijî navê “Kobanî” ye lê ji bo guhertina fermî rêbazên îdarî hene û biland:
"Ji bo ku nav di qeydên fermî, şaredarî û nasnameyan de biguhere, divê daxwaznameyeke fermî ji Wezareta Birêvebirina Xwecihî û Jîngehê re were pêşkêşkirin û wezareta pêwendîdar dê biryarê bide."
Wî eşkere kir ku ew wekî birêvebirekî amade ye vê daxwaznameyê qebûl bike û bişîne û bangî rewşenbîr, çalakvan û rojnamegerên Kobaniyê kir ku herin cem wî da ku bi hev re daxwaznameyê binivîsin û îmze bikin.
Mûçeyên karmendan û yekkirina saziyan
Birêvebirê Kobaniyê diyar kir ku pêvajoya yekkirina saziyan wext dixwaze lê wan rênivîsek daniye da ku karmend nebin qurban:
"Ji bo ku karê karmendan neyê rawestandin û debara wan xera nebe, Birêvebiriya Kobaniyê meaşên wan dide heta ku navên wan di qeydên dewletê de bi dawî bibin.
Ev pêvajo nêzîkî sê mehan dikişîne heta ku mûçeyên wan bi awayê fermî ji Şamê werin birîn."
Mistefa her wiha got ku saziyên wekî firne, aş, temwîn (saziya çavdêriya bazaran) û navendên genim niha di bin pergala nû de karên xwe dikin.
Budceya şaredariyê û krîza nan
Mistefa ragihand ku budceya Şaredariya Kobaniyê gelekî sînordar û kêm e.
Wî da zanîn ku dahata şaredariyê ya herêmî tenê ji bac, ruxsetên avakirinê û kirêkirina milkên şaredariyê pêk tê û li pey çû:
"Ev pereyê ku li herêmê tê berhevkirin, tenê têra meaşên karmendên şaredariyê, mazota wesayîtên paqijiyê, sererastkirina wesayîtên xerabûyî û çareserkirina pirsgirêkên rojane yên kanalîzasyonê dike.
Ti budceya zêde di destê şaredariyê de namîne ku projeyên nû pê bide destpêkirin."
Mihemed Mistefa diyar kir, ji ber ku budceya herêmî kêm e, Şaredariya Kobaniyê nikare bi serê xwe projeyên mezin ên wekî qîrkirina rêyan çêbike û li ser vê mijarê got:
"Helebê 250 metre sêca qîr ji bo Kobaniyê veqetandibû lê me ew red kir çimkî Kobanî bajarekî mezin e û bi kêmanî 1,000 metre sêca qîr jê re divê.
Ji ber redkirina me û daxwaza me ya nû, karê qîrkirinê hinekî bi derengî ket."
Wî li ser krîza nan jî birêvebirê herêmî destnîşan kir ku pirsgirêka nan a li Kobaniyê ji ber xerabûna alavên firneyan e.
Mihemed Mistefa got ku alav gelekî kevn bûne û wan daxwaz kiriye ku di nava du-sê mehan de werin guhertin da ku kalîteya nan baştir bibe.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
