Hewlêr (Rûdaw) - Termê şivanê ku li ser sînorê navçeya Sidekanê ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatibû kuştin hat wergirtin.
Birêvebirê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb diyar kir ku Pasdarên Îranê dest daniye ser bêhtirî 800 serî pezên wî şivanî û hewldanên ji bo vegerandina heywanan didomin.
Termê şivên hat wergirtin
Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re ragihand:
“Termê şivanê ku li ser sînorê Sidekanê ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatibû kuştin, îro bi hevahengiya Wezareta Karên Navxwe, Daîreya Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û Konsulxaneya Îranê hat wergirtin û kar û barên yasayî hatin temamkirin.”
Pasdaran dest danî serî 800 pez
Necîb li ser rewşa pezê şivên jî ev agahî dan:
“Pasdarên Îranê dest danî ser zêdetirî 800 serî pez. Em niha ji bo wergirtina pez di nav hewldanan de ne.
Lê belê aliyê Îranê angaşt dike ku ajel bi awayekî qaçax derbasî sînorê wan bûne û ji ber wê dest danîne ser wan.
Hewldanên me yên ji bo standina ajelan dê berdewam bikin.”
Doh li ser sînorê Sidekanê şivanek dema ku pezê xwe diçerand rastî êrişa Pasdarên Îranê ya bi gulayan hat û mir.
Hat eşkerekirin ku navê wî ciwanî Rêbaz Silêman Herkî ye û li gundekî devera sînorî dijiya û debara xwe bi şivantiyê dikir.
Bûyer çawa qewimî?
Li gorî agahiyan, pezê Rêbaz Silêman Herkî ji kontrolê derketiye û derbasî wî aliyê “sînor” bûye.
Şivan xwestiye heywanên xwe berî ku derbas bibin vegerîne lê Pasdarên Îranê gule berdanê û ew li cihê bûyerê miriye.

.jpg&w=3840&q=75)
