Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî Şiwanî ragihand ku du zarokan keçikeke 3 salî biriye cihekî vala û ew dehf daye nav hewzekî avê û ew keçik xeniqiye.
Wî diyar kir ku tohmetbar hatine desteserkirin û li sûcê xwe mikur hatine.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî Şiwanî li ser mijarê Rûdawê re got:
"8ê Tîrmeha 2026an li taxa Huzeyranê ya Kerkûkê bûyerek qewimî. Du kurikên 10 salî, keçikeke 3 salî biriye cihekî vala da ku destdirêjiyê lê bikin.
Tohmetbaran piştî ku ew keçik biriye cihê vala, destdirêjî lê nekiriye lê paşê ew dehf daye û xistiye nav hewzekî û keçik xeniqiye."
Lêpirsîn didome
Amir Nûrî Şiwanî eşkere kir ku her du zarok Ereb in û ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin û got:
"Niha dosyeya lêkolînê ji bo wan hatiye vekirin û ew li sûcê xwe mikur hatine."
Qanûn li ser vê yekê çi dibêje?
Parêzerê Şêwirmend ê li Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê Birzo Seîd, li ser rêkarên qanûnî yên pêwendîdarî bûyerê ji Rûdawê re got:
"Ew zarok li Kerkûkê hatine desteserkirin lê ji ber temenê wan ceza wan nagire."
Birzo Seîd amaje bi qanûneke ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê di meriyetê de ye kir û anî zimên:
"Li gorî Qanûna Nûciwanan a Îraqê ya bi hejmara 76an a sala 1983yan, her kesê ku temenê wî ji 11 salan kêmtir be, ti berpirsyariya cezakirinê nakeve ser milê wî û qanûn wî nagire."
Malbat dikare qerebûyê bixwaze
Birzo Seîd destnîşan kir ku eger temenê wan 11 yan 12 sal bûya, wê demê dihatin cezakirin û got:
"Lê di vî temenê wan ê niha de karê wan wekî sûc nayê dîtin û nayên cezakirin lê malbata keçikê tenê dikare li hemberî wê zerera ku gihîştiye wan qerebûyê (tezmînat) bixwaze."

.jpg&w=3840&q=75)

