Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya Îraqê dê îşev bicive. Mijara sereke ya civînê dê serdana Serokwezîrê Îraqê ya Washingtonê be.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got, "Nêçîrvan Barzanî jî wekî Serokê Herêma Kurdistanê, li gel çar serokatiyên Îraqê bi fermî ji aliyê hevpeymaniyê ve hatiye vexwendin."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dîlşad Şehab ji Rûdawê re ragihand ku dê civîneke taybet a Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê were lidarxistin.
Bi vexwendina fermî ya Sekreterê Giştî yê Encumenê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî civînê bibe.
Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê
Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, hevpeymaniyeke siyasî ya sereke ye li Îraqê.
Piraniya aliyên siyasî yên ku nûnertiya pêkhateyên Şîe, Sunî, Kurd, Xiristiyan û Tirkmenan dikin, dê beşdar bibin.
Ev hevpeymanî dawiya 2022yan ji bo pêkanîna kabîneya berê ya hikûmeta Îraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî hatibû damezirandin.
Hevpeymanî pirsên siyasî, ewlehî û aborî yên li Îraqê gotûbêj dike da ku biryaran li ser wan bide.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got:
"Çar serokatiyên Îraqê (Serokkomar, Serokê Parlamentoyê, Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê û Serokwezîr) beşdarî civînê dibin.
Her wiha piraniya aliyên siyasî yên Kurd, Şîe û Sunî jî beşdar dibin."
Serdana Washingtonê di rojevê de ye
Li gorî biryarê vê hefteyê, şandeyeke Îraqê bi serokatiya Elî Falih Zeydî bigihe Washingtonê û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.
Dîlşad Şehab got, "Mijara sereke ya civînê dê serdana Zeydî be
Ew dê behsa wê yekê bikin ka ew dê bi xwe re çi bibe Amerîkayê."
Şehab diyar kir ku komek pirsên hevbeş hene û got:
"Bi taybetî di vê rewşa nû ya herêmê de, pirsên ewlehî, siyasî û aborî dê werin nîqaşkirin."
Rola destûrî ya Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê li gel serokatiyên Îraqê ji bo civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê hatiye vexwendin.
Dîlşad Şehab li ser vê yekê wiha anî zimên:
"Ev gaveke rast e ji bo dan û stantina hevseng a di navbera desthilatên federal û Herêma Kurdistanê de.
Ev bicihanîneke rast a dan û standina federalî ye çimkî Serokê Herêma Kurdistanê li gorî qanûnê rêkxistiyê desthilatên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de ye."
Dîlşad Şehab her wiha bal kişand ser rola Serokê Herêma Kurdistanê û got:
"Amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê ya ji partiyên siyasî cuda, di warê destûrî de pêgeha Herêma Kurdistanê di danîna bernameyeke aktîv a ji bo birêvebirina welêt de xurttir dike."
Pirsa meaşan
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser pirsa meaşan a di serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê de jî agahî dan û got:
"Bêguman Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê wekî berê, çi di civînên fermî yên îro de çi jî di hevdîtinên din de be, dê hewleke cidî bide.
Maf û şayisteyên karmendên Herêma Kurdistanê, di hemû hevdîtinan de bernameyeke sabît a Serokê Herêma Kurdistanê ye."


