Amed (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê salvegera 61emîn a damezirandina xwe pîroz kir.
Di pîrozbahiyê de kesayet û kedkarên dêrîn ên PDK-Bakurê yên wekî Mele Arif û Keyxûsrev jî amade bûn.
Kesayetên ku bi dehan sal in di nava PDK-Bakurê de ked dane û têkoşiyane, bi Xelata Rûmetê ya Seîd Elçî hatin xelatkirin.
"Partî li ser pêyan e"
Birêvebirê PDK-Bakurê Qasim Îçlî di pîrozbahiyê de axivî û got:
“Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser lingê xwe ye, li ser piyê xwe ye.
Partî heye, birêvebiriya wê heye, endamên wê hene, hezkiriyên wê hene, karê xwe berdewam dike.
Partiya me lawaz be jî carna jî bi pêş ve biçe lê partî her heye."
Banga yekîtiyê
PDK-Bakur ev cara yekem e ku bi awayekî fermî salvegera xwe pîroz dike lê di pîrozbahiyê de beşek ji partiyê tune bû.
Partiyê heta niha nekariye yekbûna xwe bi temamî pêk bîne.
Beşdarê pîrozbahiyê Muhsîn Karaduman bal kişand ser vê yekê û got:
"Mixabin em bûne parçe parçe. Ji bo ku em girseyî bibin, pêşî divê em yekîtiya xwe ya navxweyî çêkin."
Beşdarekî din ê bi navê Azad Cizîrî jî daxwazên xwe wiha anîn zimên:
“Daxwaza min ew e ku em dîsa bigihîjin hevdû, hêşîn bibin, şitil bidin.
Daxwaza min ew e em di xizmeta vî miletê mezlûm de bigihîjin armancê.”
Dîroka PDK-Bakurê
PDK-Bakur 11ê Tîrmeha 1965an li Amedê bi navê PDK-Tirkiyeyê hatibû damezirandin.
Navê partiyê sala 1994an wekî PDK-Bakur hat guhertin.


