Hewlêr (Rûdaw) - Malbata zarokeke 15 salî ya ji Kobaniyê ku li Silêmaniyê dijî dibêje ku keçika wan "revadine û birine Qendîlê."
Birayê wê ji Rûdawê re got, "Tenê sê xulekan destûr dan ku em pê re biaxivin pişt re telefon jê standin."
Elî Mihemed Hemê, birayê wê zarokê, ji Rûdawê re eşkere kir ku navê xwişka wî Menesa Mihemed Hemê ye û ew 15 salî ye.
Malbata Menesayê ji bajarê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ye û ev 6 sal in li taxa Qulerêysiyê ya Silêmaniyê dijîn.
Li gorî malbatê, keça wan îna borî, di navbera saet 14:00 - 15:00an de, li ber deriyê mala wan, bi otomobîlekê hatiye revandin.
"Nexweşiya wê ya derûnî heye"
Elî Mihemed bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya xwişka xwe û got:
"Nexweşiya wê ya derûnî heye û rewşa wê ne baş e. Rapora me ya bijîşkî jî heye ku vê yekê îspat dike.
Ti hesabê wê yê medyaya civakî tune bû, tenê Snapchat nebe. Heta jimareya wê ya taybet a telefonê jî tune bû. Em ti kesî nas nakin ku ew teşwîqî vê yekê kiribe."
Birayê Menesayê li ser çawaniya têkiliya xwişka wî bi wan kesên ku ew revandine re got:
"Ew qasê ku em dizanin, ti têkiliya xwişka min li gel kesekî li Qendîlê yan li nav bajêr tune bû.
Roja din a revandina wê, wî kesê ku ew biribû telefonî me kir û got, 'Min bi xwe bi otomobîlê ew biriye.'
Piştî revandinê jî tenê çend xulekan destûr dan ku xwişka min ku li gel me biaxive. Dayîka min pê re axivî û jê xwest ku vegere.
Xwişka min dest bi girî kir lê wan zû telefon jê standin û nehiştin em biaxivin."
"Me li cem Asayîşê gilî kiriye"
Malbata Menesayê diyar dike ku ji ber li kolana wan kamerayên çavdêriyê tune bûn, wan nekariye cûre û jimareya otomobîlê tespît bikin lê wan yekser li cem dezgehên ewlehiyê gilî kiriye.
Elî dibêje, "Me li cem Asayîşê gilî kiriye. Wan jî dest bi lêkolînê kiriye. Niha em li benda encama lêkolîna Asayîşê ne."
"Li taxa me ev ne bûyera yekem e"
Li gorî gotina birayê Menesayê Elî Mihemed, revandina zarokan li wê herêmê berê jî çêbûye. Elî got:
"Şeş meh berê, xortekî 16 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê dîsa li taxa Qulerêysiyê hat revandin. Heta niha jî ti agahî li ser çarenûsa wî tune ye."
Elî Mihemed Hemê bangî aliyên pêwendîdar û aliyê ku xwişka wî renvandiye kir ku bi lez xwişka wî vegerînin nav malbata wê.
Elî mihemed her diyar kir ku ji ber temenê wê û nexweşiya wê ya derûnî, rewşa xwişka gelekî xerab e û pêdiviya wê bi çavdêriyê heye.
Ji bo şopandina hûrgiliyên bûyerê, Rûdawê têkilî bi çavkaniyeke berpirs a Asayîşê ya Silêmaniyê re danî.
Wî berpirsî ragihand, "Ev babet pêwendî bi Asayîşê re nîne, çimkî ew keç bi daxwaza xwe çûye û nehatiye revandin.
Lê dîsa jî, eger malbata wê bixwaze, em dê li ser mijarê lêkolînê bikin."


