Hewlêr (Rûdaw) - Beşeke zêde ya berhemê Birincê Kurdistanê yê sala borî di mal û embarên cotkaran de maye û nehatiye firotin.
Di heman demê de hinek kes birincê biyanî dixin nav kîsên Birincê Kurdistanê û bi navê berhemê xwemalî difiroşin.
Berpirsekî bazirganiyê yê ji Akrê tekez kir ku ji ber wî karî gelek cih hatine cezakirin û çavdêriya wan didome.
Emîr Kerîm cotkarekî ji navçeya Berdereşê Hewlêrê ye.
Emîr Kerîm sala borî ji bo çandina birinc, zeviyekî bi 12 milyon dînarî bi kirê girtibû.
Lê niha zêdetirî nîvê berhemê wî nehatiye firotin û mesrefên wî dernaxe.
Ew cotkar li ser vê rewşê dibêje, "Min îsal birinc neçand. Min ji xwe re got pêwîst nake ez birinc bînim û li malê deynim."
Birincê Kurdistanê erzan bûye
Bihayê her kîloya birincê Kurdistanê di navbera 500 heta 750 dînarî de daketiye.
Kîloya birincê şeşmehî niha bi 3 hezar û 250 dînarî ye. Birincê "Tehalf" bi hezar û 750 dînarî ye û yê Misirî jî bi heman bihayî ye.
Seyfullah Remezan bazirganekî li Akrê ye. Ew qala wê yekê dike ku birincê biyanî bazara Birincê Kurdistanê lawaz kiriye û dibêje:
"Berê hinek kesan bi xapandinê birincê biyanî tevlî Birincê Kurdistanê dikir.
Lê niha rasterast birincê biyanî dixin nav kisên Birincê Kurdistanê û difiroşin."
Çavdêrî didome û sextekar tên cezakirin
Berpirsê Beşa Çavdêriya Bazirganiyê ya Akrê Şehab Akreyî ji Rûdawê re ragihand:
"Şopandina me didome û gelek cih hatine cezakirin. Jihevcudakirina birincan pir zehmet e, ji ber ku cureyên wan pir dişibin hev."
Şehab Akreyî ragihand ku ew birincê ji welatên Qazaxistan, Rûsya û Îranê tê hawirdekirin, di rêya parêzgeha Silêmaniyê re digihîje sînorê wan.
Li gorî gotina wî, hinek bazirganên ji Silêmaniyê birincê biyanî dixin nav kîsên Birincê Kurdistanê û li derveyî Akrê û Silêmaniyê difiroşin.
Akreyî her wiha da zanîn ku ew zanyarî ji aliyê çavdêriya bazirganiyê ya Silêmaniyê ve hatine piştrastkirin.
Şehab Akreyî da zanîn ku berê jî zêdetirî du tonan birincê sexte bi navê birincê Akrê hatibû îmhakirin.
Cezayên giran li benda binpêkaran e
Li gorî gotina Şehab Akreyî, çar elwe hatine destnîşankirin ku ew sextekarî kar kirine.
Akreyî diyar kir ku yek ji wan hatiye cezakirin û cezayê wî girtina dikanê ya ji bo heft rojan û dayîna 500 hezar heta milyonek dînarî bûye.
Akreyî her wiharagihand ku soz jê hatiye wergirtin ku eger vê yekê ducare bike, dê ruxseta wî jê were standin.
Şehab Akreyî welatî piştrast kirin ku çavdêriyên wan dê bidomin û her kesê ku vê binpêkirinê ducare bike, dê rûbirûyê cezayên tundtir bibe ku dibe ev ceza bigihîje sê milyon dînaran.


