Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî li ser koça dawî ya Lindsey Graham got ku nav û helwestên wî wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bimînin.
Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawî ya dostê gelê Kurd Senator Lindsey Graham gihîşt min.
Nav û helwestên Lindsey Graham, wekî piştgirekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra gelê Kurdistanê de bi bilindî bimînin."
Serok Barzanî her wiha sersaxî da malbata Lindsey Graham, hemû dost û naskiriyên wî û got:
"Ez havkara xema wan im. Rûhê wî şad be û aramiyê malbat û xizmên wî re dixwazim."
Jiyana wî û karê wî yê siyasî
Lindsey Graham sala 1955an li bajarokê Centralê yê eyaleta Karolinaya Başûr ji dayîk bûye û mezin bûye.
Li gorî agahiyên malpera wî ya fermî, dê û bavê wî xwaringehek û saloneke bîlardoyê bi rê ve birine.
Ew di nav malbata xwe de kesê yekem bûye ku kariye bawernameya zanîngehê (lîsans) bi dest bixe.
Graham sala 1995an tevlî Hêza Hewayî ya Amerîkayê bû.
Wekî ku di malpera wî de hatiye gotin, di dema operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraq û Efxanistanê de, Graham tecrubeya xwe ya di warê hiqûqa leşkerî de bi kar aniye.
Hezîrana 2015an, piştî 33 salan xizmeta bi cilên leşkerî, ji hêzên yedeg ên Hêza Hewayî malnişîn bû.
Graham sala 2002yan wekî endamê Kongreya Amerîkayê hat hilbijartin û pişt re di salên 2008, 2014 û 2020î de baweriya dengdêran ducare bi dest xist û hat hilbijartin.
Beriya ku biçe Senatoyê, sala 1994an wekî endamê Kongreya Amerîkayê hatibû hilbijartin.
Bi vê yekê bû yekem namzedê Partiya Komariyan ku ji sala 1877an û vir ve di herêma sêyem a hilbijartinê ya Karolinaya Başûr de bi ser ketiye.
Di dema xebata xwe de, Lindsey Graham her tim wekî kesayetiyekî tund di siyaseta derve de xwe nîşan dida.
Wî her tim dixwest ku Amerîka li derveyî welêt xwedî roleke xurt be, piştgiriyeke pir xurt dida hevpeymanên wekî Îsraîl û Ukraynayê û dema ku didît berjewendiyên Amerîkayê di metirsiyê de ne dixwest hêza leşkerî were bikaranîn.
Sala 2016an ji bo demeke kurt ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê li ser navê Komariyan bû namzed.
Bi rêya derketinên xwe yên berdewam ên di medyayê de û projeyasayên xwe, xwedî pêgeheke diyar bû.
Piştgiriya ji bo Kurdan
Yek ji wan warên ku Graham piştgirî lê dikir, bi taybetî di mehên dawî yên jiyana xwe de, Pirsgirêka Kurdan bû.
Bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku di têkbirina DAIŞê de hevpeymanên Amerîkayê bûn.
Graham Kanûna Paşîn a 2026an bi hevkariya Richard Blumenthalê senatorê Demokratan, projeyasayeke bi navê "Yasaya Rizgarkirina Kurdan" pêşkêşî Kongreyê kir.
Armanca vê projeyasayê sepandina cezayan bi ser berpirsên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, saziyên darayî û aliyên biyanî de bû ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed gef li Kurdan dixwarin.
Graham gelek caran tekez dikir ku bi tenêhiştina Kurdan, ku wekî hevpeymanên sereke yên Amerîkayê yên di têkbirina DAIŞê de bi nav dikirin, dê zererê bide bawerî û ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê.
Wî li ser îhtimala êrişa hikûmeta nû ya Sûriyeyê ya li Kurdan hişyarî dida û dixwest rêkarên parastinê werin standin.
Di nav wan de rêlibergirtina bipêşveçûnên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya ber bi nav Rojhilatê Kurdistanê ve hebû.
Graham di daxuyaniyên xwe yên eşkere de tekezî li ser piştgiriya her du partiyên sereke yên Amerîkayê, Demokrat û Komariyan dikir ku Kurd "neyên kuştin".
Her wiha daxwaz ji welatên herêmê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê serî li tundiyê nedin.
Piştî belavbûna nûçeya mirina Graham, wekî rêzgirtinekê ji bo karên wî, alayên li avahiya Kongreyê heta nîvî hatin daxistin.
Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de hûrgiliyên zêdetir li ser merasîma sersaxiyê werin belavkirin.



