Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê ji Rûdawê re ragihand ku ew li ser çend astên îdarî, dadwerî û aborî dixebitin ku kar û barên parêzgehê bi rê ve bibin û di qonaxa pêş de saziyên dewletê çalak bikin.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed li ser rêkarên nû yên dadweriyê got:
"Em 40 dadweran di 2 qonaxan de ji bo hevdîtinan dişînin.
Niha 20 ji wan di rê de ne û îro dê hevdîtina wan bê kirin.
Her îro dê 20 dadwerên din jî bi rê dikevin ku rojên Duşem û Sêşemê hevdîtinên xwe bikin."
Yek ji mijarên herî girîng ku rasterast bandorê li jiyana welatiyan û aboriya herêmê dike, pirsa wergirtina mafên darayî yên cotkaran e.
Nûredîn Ehmed li ser vê mijarê mizgînî da cotkaran û got:
"Em niha li ser vekirina 2 şaxên Banka Çandiniyê yên li Hisîça û Qamişloyê dixebitin.
Di heman demê de, dê hemû şaxên Banka Çandiniyê yên li seranserî parêzgehê werin çalakkirin ku em karibin mafên darayî yên fatureyên genim bidin cotkar û gundiyan."
Serdana Şamê û birêvebirên nû
Nûredîn Ehmed diyar kir ku ew niha ji bo hinek karên fermî û îdarî li Şama paytexta Sûriyeyê ye û li ser vê serdanê û gavên îdarî yên paşerojê jî got:
"Niha em li Şamê ne da ku beşdarî merasîma sondxwarina endamên Encumena Gel (Parlamento) bibin.
Piştî wê, hevdîtin û civînên me yên cihêreng hene ku em pêvajoya tevlîbûnê bi rê ve bibin û sazî û birêvebiriyên din ên li parêzgehê çalak bikin."
Nûredîn Ehmed her wiha destnîşan kir ku dê di nava vê hefteyê de li gel hinek namzedan hevdîtin werin kirin da ku ew wekî birêvebirên nû yên saziyan werin erkdarkirin.



