Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Hevdîtina Şêwirmendî ya Kurd a Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Wan di daxuyaniya xwe de xwest ku encam û şopên polîtîkayên erebkirinê ji holê werin rakirin.
Wan her wiha xwest ku navên Kurdî yên resen li navçe û cihên cografî Rojavayê Kurdistanê werin vegerandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dema desthilata rejîma Beasê de gelek caran polîtîkayên nijadperestî li dijî gelê Kurd hatine meşandin.
Hat diyarkirin ku projeya Kembera Erebî û serjimêriya îstîsnaî beşek ji van polîtîkayan bûn.
Rejîma Beasê bi van gavan hewl da ku nasnameya neteweyî û çandî ya gelê Kurd ji holê rake.
Ji ber vê sedemê navên dîrokî yên bajar, bajarok, gund, çiya û rûbarên Kurdan hatin guhertin.
Berpirsyariya dewleta nû
Partiyan da zanîn ku rûxîna rejîma Beasê berpirsyariyeke dîrokî dixe ser milê dewleta nû ya Sûriyeyê.
Li gorî daxuyaniyê divê dewleta nû hemû şopên qanûnî, siyasî û çandî yên rejîma berê ji holê rake.
Her wiha hat xwestin ku neheqiyên li hemberî hemû pêkhateyan û bi taybetî jî yên li hemberî gelê Kurd werin sererastkirin.
Daxwazên partiyan
Di daxuyaniya 8 partiyên Kurdî de ev daxwaz hatin rêzkirin:
1 - Navên Kurdî yên resen li bajar, bajarok, gund û cihên dîrokî werin vegerandin. Divê ev nav di belge, nexşe û saziyên fermî de werin bikaranîn.
2 - Hemû biryar û qanûnên ku Erebkirin û guhertina navên navçeyên Kurdan rewa kirine werin betalkirin.
3 - Komîteyeke niştimanî ya serbixwe were avakirin. Ev komîte ji pisporên dîrok, cografya û zimên û ji nûnerên herêman pêk bê da ku navên resen bi awayekî zanistî tesbît bike.
4 - Çareserkirina encamên erebkirinê wekî beşeke bingehîn a dadperweriya veguhêz were dîtin. Ziyanên manewî û çandî yên miletê Kurd werin qerebûkirin.
5 - Parastina cihêrengiya ziman û çandê di nav prensîbên destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigire.
6 - Projeya nijadperestî ya Kembera Erebî were betalkirin. Mafên xelkê li wan werin vegerandin û mexdûr werin qerebûkirin. Divê rewş wekî berê lê were.
Gavên ber bi aştiyê ve
Partiyên Hevdîtina Şêwirmendiyê ya Kurd destnîşan kir ku vegerandina navên dîrokî ne tenê daxwazeke sembolîk e.
Li gorî wan ev mafekî dîrokî ye û ji bo pêkanîna aştiya niştimanî û avakirina dewleteke demokratîk gaveke bingehîn e.
Partiyan daxuyand ku avakirina paşeroja Sûriyeyê pêwîstî bi qutbûneke temam ji polîtîkayên cudaxwazî û guhertina nasnameyê heye.
Wan anî zimên ku divê rêbazeke nû li ser bingeha dadperwerî û naskirina cihêrengiya neteweyî were meşandin.
Partiyên ku daxuyanî îmze kirine
Daxuyanî îro li Qamişloyê hatiye dayîn. Navên partiyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
1- Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
2- Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (El-Partî)
3- Partiya Çep a Demokrat a Kurd a Sûriyeyê
4- Tevgera Azadiya Kurdistanê a Sûriyeyê
5- Partiya Wîfaqa Demokrat a Kurd a Sûriyeyê
6- Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanî
7- Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê
8- Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê



