Hewlêr (Rûdaw) - Salek berê, 11ê Tîrmeha 2025an, Hevseroka KCKyê Besê Hozat û 29 gerîlayan li şikefta Caseneyê ya li parêzgeha Silêmaniyê çekên xwe şewitandin.
Ev merasîm ne tenê çalakiyeke sembolîk bû lê di heman demê de ragihandina fermî ya bidawîhatina têkoşîna çekdarî ya 40 salî bû.
Ev pêngav piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê hat ku tê de PKK hatibû fesixkirin. Îro salek di ser vê gava dîrokî ya PKKyê re derbas bû.
Qendîl li bendê ye ku ew îradeya wan a li qadê nîşan daye, li Enqereyê bersivê bibîne.
Birêvebiriya Tevgera Azadiyê di daxuyaniya xwe ya salvegera yekem a merasîma şewitandina çekan de bangî hikûmeta Tirkiyeyê dike da ku gavan biavêje û dibêje:
"Em bi navê Tevgera Azadiyê pêdagiriya xwe ya li ser mijara stratejiya têkoşîna siyasî û demokratîk careke din destnîşan dikin.
Salek di ser fesixkirina PKKyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî re derbas bûye.
Lê dewletê ne gav avêt û ne jî ji bo çareseriya siyasî û demokratîk zemîneke civakî afirand."
Di daxuyaniyê de her wiha li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan ev daxuyanî hat dayîn:
"Yasaya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşniyarkirin bêbersiv ma.
Bersiv ji pêşniyarên maqûl ên Rêber Apo re nehate dayîn û di vê mijarê de Tevgera me ya Azadiyê nehate agahdarkirin.
Divê yasa rewşa Rêber Apo û kadroyên pêşeng ên tevgerê diyar bike û rêya çareseriya Pirsgirêka Kurdan destnîşan bike."
Rapora Komîsyonê li Parlamentoyê ye
Desthilata AK Partiyê û hevpeymana wê MHPyê pêvajoyê di bin navê "Tirkiyeya Bêteror" de û bi awayekî fermî li Parlamentoyê bi rê ve dibin.
Di nava sala borî de piştî civîn û şêwirên dûr û dirêj ên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê raporeke hevbeş bi yekdengiya hemû partiyên siyasî hate pesendkirin û pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hate kirin.
Niha çav li wê yekê ne ku di çarçoveya wê raporê de pêngavên yasayî yên pêvajoyê werin avêtin.
Tê çaverêkirin ku ji hefteya bê ve reşnivîsa yasayê were ber destê Parlamentoyê û xebat li ser werin kirin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş 5ê Tîrmehê gotibû, "Bi îzna Xwedê berî ku ev mehên havînê temam bibin xebatên ku ji bo vê raporê pêwîst in dê werin kirin."
"Em dê çîrokeke nû binivîsin"
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku ji sala 1984an ve zêdetirî 50 hezar kesan ji ber şerê li gel PKKyê canê xwe ji dest da.
Erdogan zerera şerê 41 salî ya ji bo aboriya welatê xwe wekî 2 trilyon dolarî pênase dike û tekeziyê li ser serxistina pêvajoyê dike.
Erdogan got, "Bi serkeftina pêvajoya me ya 'Tirkiyeya Bêteror' a ku me bi armanca rizgarkirina welatê xwe ji pirsgirêka nêzîkî nîv sedsalî daye destpêkirin, înşalah em dê li hundir û derve dest bi nivîsandina çîrokeke nû bikin."
DEM Partî daxwaza piştgiriyê dike
DEM Partî jî ji destpêka pêvajoyê ve li meydanan e.
Ew bi rêya konferans, panel û civînên li navçeyên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistan civakê li ser pêvajoyê agahdar dike û daxwaza piştgiriyê dike.
Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir li ser vê yekê got:
"Pêvajoyeke ku gel ne tê de be, xwe tê de nebîne, xwe wekî aktorê wê nebîne û înîsiyatîvê negire, ew pêvajo ti carî bi ser nakeve. Tecrûbeyên cîhanî yên di vê mijarê de hene."
Welatî li benda gavên berbiçav in
Welatî jî dixwazin êdî pêngavên berbiçav û reformên demokratîk ên pêvajoyê bibînin.
Welatiyekî li ser pêvajoyê wiha got, "Em Kurmanc in, bila em bibin yek û neçin yek bi yek.
Miletê me yê li serê çiyê hemû belengaz û hejar in. Di zindanan de ne û di bin zordariyê de ne."
Welatiyekî din jî wiha anî zimên, "Tiştekî diyar nîne. Serok hê jî di bin tecrîdê de ye.
Em ji sedî 100 girêdayî perspektîfa serokatiyê ne û li pişt serokê xwe ne. Lê li beramberî vê yekê, pergala îro ti gav neavêtiye."
Tevî ku heta niha ti gavên yasayî nehatine avêtin jî, li gorî rapirsiya ku Navenda Lêkolînên Meydanî ya Samerê ku di meha Hezîranê de kiriye, ji sedî 52,9ê xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de yê ku dê pêvajo vê carê bi erênî bigihîje encamê.
Lê heman rapirsî eşkere dike ku ji sedî 84ê xelkê jî li bendê ne ku êdî gavên yasayî werin avêtin.


