Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Tevgerê (bi navê berê PKK) bi boneya salvegera 1emîn a merasîma şewitandina çekan de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de behsa gavên yekalî hat kirin û hat gotin:
“Dem bi dem Serokkomar, Devlet Bahçelî û hin rayedarên AKPyê daxuyaniyên xwedîderketin û birêveçûna pêvajoyê dan lê belê ev gotin di pratîkê de pêk nehatin.”
Hemû daxuyanî bi vî rengî ye:
"Salvegera 1emîn a merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmeha 2025an e. Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat li gel 29 hevalên xwe par di 11ê Tîrmehê de li pêşiya Şikefta Cesenayê ya dîrokî ya li nêzî Silêmaniyeyê çekên xwe şewitandin.
Ev merasîma şewitandina çekan a ku li pêşberî civateke girîng a rojnamegeran hate lidarxistin, ji aliyê tevahiya cîhanê ve ji nêz ve hate şopandin. Ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê weke gaveke girîng hate dîtin.
Rêber Apo di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê de sedemên rûdana pirsgirêka Kurd û rê û rêbazên wê yên çareseriyê bi rengekî cewherî û balkêş diyar kir. Destnîşan kir ku li ser bingeha qebûlkirina hebûna Kurd dema çareseriya demokratîk hatiye. Ji bo pêkanîna vê jî bang kir ku PKK bê fesixkirin û dawî li têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bê anîn.
Piştî vê bangê di 1ê Adara 2025an de me agirbest ragihand. PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn kom kir û biryar da ku PKK bê fesixkirin û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bê bidawîkirin. Biryar wergirt ku ev bicihanîna van biryaran jî ji aliyê Rêber Apo ve bê kirin.
Hevseroka me ya Konseya Rêveber Besê Hozat û hevalên me, di çarçoveya vê biryarê de ji bo îrade û biryardariya guhertina stratejiyê û pejirandina stratejiya siyaseta demokratîk nîşan bidin, çekên xwe şewitandin.
Ji bo îradeya bi biryar a li ser stratejiya siyaseta demokratîk bê nîşandan Hevseroka Konseya Rêveber Besê Hozat berpirsyarî ji vê komê re kir. Merasîma şewitandina çekan jî weke sembola guhertina stratejiyê hate kirin.
“Tevgera me gavên yekalî avêtin”
Hevrêya me Besê Hozat a ku berpirsyara koma ji 30 kesî bû, ji bo pêkhatina vê guherîna stratejîk got, weke ku Rêber Apo di banga 27ê Sibatê de destnîşan kir, divê mercên hiqûqî û siyasî bi cih bêne anîn.
Merasîma şewitandina çekan bû îlana wê yekê ku veger li stratejiya têkoşîna çekdarî nabe. Li pêşberî destnîşankirina vê îradeyê, diviyabû dewleta Tirk ji aliyê bicihanîna stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk gavên hiqûqî û siyasî biavêta lê belê salek e gavên bi vî rengî nehatine avêtin.
Di nava pêvajoya ji salekê de Tevgera me ya Azadiyê ji bo bicihanîna pêwîstiyên hiqûqî û siyasî gavên yekalî avêtin. Endamê Konseya Rêveber a KCKyê hevalê Sabrî Ok ji raya giştî re ragihand ku gerîla vekişiyane derveyî sînorê Tirkiyeyê, cihên ku rîska şer li wan hebûn terikandine.
Ev daxuyanî ji bo wê yekê bû ku zemînê pêşkêşî dewleta Tirk bê kirin ku gavên siyasî û hiqûqî biavêje. Tevgera me ya Azadiyê bi berpirsyarî tevgeriya lê belê dewletê ne gav avêt, ne jî ji bo çareseriya siyasî demokratîk zemîna civakî afirand. Têgihiştin û nêzîkatiyên neyînî yên berê li hemberî Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê hatibûn afirandin, bi zanebûn hate dewamkirin.
“Gotin di pratîkê de pêk nehatin”
Dem bi dem Serokkomar, Devlet Bahçelî û hin rayedarên AKPyê daxuyaniyên xwedîderketin û birêveçûna pêvajoyê dan lê belê ev gotin di pratîkê de pêk nehatin. Li gel ku salek di ser nîşandana îradeya şewitandina çekan derbas bû jî li qada siyasî û hiqûqî bipêşketinek çênebû.
Ev yek jî bû sedem ku li nava Kurdan û raya giştî ya Tirkiye û cîhanê li ser nêta desthilatdariyê fikar û guman çêbibin. Li gel van fikar û gumanan, di salvegera 1emîn a şewitandina çekan de me di stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk de israr kir lê desthilatdariyê bi polîtîka û helwesta xwe besiv neda van hewldan û israra me.
Dema dawî nîqaş tê kirin ku qanûna çarçoveyê ya esasî bê derxistin an na, ku ev qanûn ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşniyarkirin. Hem bersiv ji pêşniyarên meqûl ên Rêber Apo re nehate dayin, hem jî di vê mijarê de Tevgera me ya Azadiyê nehate agahdarkirin.
“Mixatabê destpêkê û sereke Rêber Apo ye”
Mixatabê destpêkê û sereke yê qanûna navborî Rêber Apo û Tevgera me ye lê li gel vê yekê jî qala pêşnûmeqanûneke yekalî tê kirin ku ev jî radixe pêş çavan ku nêzîkatiyeke cidî li pirsgirtêkê û pêvajoyê nayê nîşandan.
Ya herî girîng jî; qanûna ku tê xwestin bê amadekirin, tenê dispêrin danîna çekan. Ev yek jî nîşan dide ku pirsgirêka sed salî bi rengekî rast nayê nirxandin. Ev qanûn beriya her tiştî divê bibe ew qanûn ku rewşa Rêber Apo û kadroyên pêşeng ên Tevgera me ya Azadiyê diyar bike û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd destnîşan bike.
“Ew gotin sabotekirin in”
Li gel vê rastiyê gotinên ku dibêjin dê Rêberê me li derveyî vê bê hiştin, dê bên wateya sabotekirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Gelê me jî Tevgera me ya Azadiyê jî gelek caran destnîşan kir ku nêzîkatiyeke dûrî mercên kar û jiyana azad a Rêber Apo wê neyê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de beriya her tiştî divê ev rastî bê zanîn.
Di sala yekemîn a merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê de bi navê Tevgera Azadiyê em israra xwe ya li ser mijara stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk careke din destnîşan dikin.
Li gel salek di ser fesixkirina PKKyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî re derbas bûye, neavêtina gavê ya ji aliyê desthilatdariya AKP-MHPyê nêzîkatiya rast a li pêvajoyê nîne. Eşkere ye ku di tecrubeyên çareseriya şer de em nêzîkatiya herî meqûl nîşan didin.
“Em dê berpirsyariya xwe bi cih bînin”
Tê zanîn ku em vê yekê di çarçoveya bicihanîna jiyana demokratîk û azad a gelên me de dikin. Berpirsyariya me hemûyan e ku Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin ku gelên me li ser bingeha entegrasyona demokratîk bi rengekî azad lê bijîn.
Gelê Kurd û tevahiya gelên Tirkiyeyê ji bo afirandina Tiriyeyeke bi vî rengî divê berpirsyariyên xwe ji her alî ve bi cih bînin. Em jî li gorî berpirsyariya xwe ya ji bo gelên xwe, di çarçoveya manîfestoya civaka demokratîk a Rêber Apo de em dê berpirsyariya xwe ji niha û pê ve jî bi cih bînin."



