Hewlêr (Rûdaw) – Koçeran keriyên xwe birin zozanên Çiyayê Kurtikê yê parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ne lê heta niha jî berfa wê neheliyaye.
Koçerên ku ji bajarên wekî Mêrdîn, Riha, Amed û Êlihê ji ber germahiyê demsala biharê berê xwe didin zozanên Serhedê, li Zozanên Kurtikê konên xwe vedane lê tevî hatina havînê jî berfa li zozanan hîn neheliyaye.
Koçer Davut Geçît li ser rewşa îsal got:
"Em li zozanên Mûşê ne, em ji Nisêbînê hatin.
Em dê 3 mehan li vê derê bin. Îsal berf zêde ye û giya kêm e.
Salên borî ne wiha bû. Îsal berf zêde bariya û ji ber ku baran nehat, li zozanê berf zêde ye."
Koçer rojê du caran pezê xwe didoşin û şîrê xwe dikin mast, penêr û nivîşk û difiroşin.
Koçer Îbrahîm Geçît diyar kir ku berf ji bo ajelan baş e û da zanîn:
"Baş e, ajel hênik dibin. Pez giya zêde dixwin û şîrê wan zêde dibe.
Sûda berfê ji ajelan re heye. Ji ber ku ne germ e, ajel nexweş nakevin. Hênik e."
Li Mûşê ajeldarî sektora sereke ya debara jiyanê ye.
Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê li parêzgeha Mûşê milyonek û 410 hezar pez û bizin û 254 hezar dewar hene.


