Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî 28 salî dema ku masî digirtin ket ber pêlên Çemê Xabûrê û winda bû.
Ji bo dîtina wî ciwanî li herêmê dest bi xebateke berfireh a lêgerînê hat kirin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên xwe yên li navçeyê bi dest xistine, bûyer li gundê Xabûriyê yê navçeya Qilabanê derdora saet 17:30î qewimiye.
Ciwanê bi navê Erkan Sakê 28 salî, li devera Komateyê ya li ser rêya Qilaban û Colemêrgê bi hevalên xwe re çûbû girtina masiyan.
Erkan Sakê dema ku tora xwe avêt nav çem, lingê wî şemitî û ket nav avê.
Ji ber xurtiya herikîna avê, Erkan Sak di demeke kurt de ji ber çavan winda bû.
Tîmên Amed û Bedlîsê jî diçin herêmê
Li ser agahdarkirina hevalên wî, şêniyên gund, tîmên cendirmeyan, AFAD û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman yekser dest bi xebatên lêgerînê kir.
Ji ber ku asta avê ya çem bilind e, tîm di xebatên lêgerînê de rastî zehmetiyên mezin tên.
Ji bo piştgiriyê, tîmên avjeniyê û bin avê yên Şaredariya Cizîrê gihîştin herêmê û wan dest bi lêgerînê kir.
Xebatên dîtina masîgirê ciwan berdewam dikin.
Her wiha hat ragihandin ku ji bo berfirehkirina xebatan, dê tîmên avjeniyê yên Amed û Bedlîsê jî sibe sibehê bigihêjin Qilabanê.


