Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Semsûra Bakurê Kurdistanê ji bo jinên bajêr "Navenda Jiyana Bitendurist û Werzîşê" vekir.
Armanca vekirina vê navendê zêdekirina kalîteya jiyanê, bipêşxistina werzişê û dabînkirina jiyaneke bitendurist e.
Jin li vê derê bêyî ku ti pere bidin dikarin werzişê bikin.
Ew her wiha li navendê piştgiriya tenduristî û derûnî jî werdigirin.
“Min di mehekê de 5 kîlo dan”
Murşide Çelîk a ku serdana vê navendê dike, kêfxweşiya xwe wiha tîne zimên:
“Ez beriya du salan çûme navendên taybet. Tevî ku min gelek pere dan jî bawer bikin ti encam bi dest neket.
Paşê xebera min ji vê Navenda Werzişê ya Şaredariya Semsûrê çêbû. Ez hatim vir û min di mehekê de 5 kîlo dan.”
Jinên ku diçin navendê, ji aliyê pispor û şêwirmendên jin ve piştgiriya tenduristî werdigirin û li gorî bernameya wan tevdigerin.
Piştgiriya laşî û derûnî
Arzu Bozat Yavuzê jî qala guherînên di jiyana xwe de kir û got:
“Kîloyên min gelekî zêde bûn û ez nikarîbû bimeşiyama. Piştî erdhejê êdî cihên meşê jî kêm bûn.
Piştî ku ez hatim vê derê, ez hem ji aliyê derûnî û hem jî ji aliyê laşî ve baştir bûm. Ev der ji bo min gelekî baş bû.”
Şaredariya Semsûrê di çarçoveya xebatên şaredariya gel de, ji bo zarokan jî xizmetên belaş pêşkêş dike.
Her wiha di warê aborî û piştgiriya civakî de jî gelek projeyên din ên şaredariyê hene ku ji bo xizmeta gel hatine amadekirin.



