Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê got, "Ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê destûreke nû û parastina Kurdî pêdivî ye."
Îlham Ehmed di semînereke li ser jinan a ku li Silêmaniyê hatibû lidarxistin de li ser peymana 29ê mehê, pêvajoya entegrasyona hêzên leşkerî, rola jinan a di saziyan de, pergala perwerdeyê ya herêmê û pirsgirêka destûra Sûriyeyê axivî.
Peymana 29ê mehê û yekkirina hêzên leşkerî
Îlham Ehmedê di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser peymana 29ê mehê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de û eşkere kir ku ev peyman di bin zext û êrişên giran de hatiye îmzekirin.
Wê destnîşan kir ku armanca wan a sereke parastina mafên gelê herêmê û rawestandina şer e û got:
"Pêvajoya entegrasyona hêzên leşkerî û hêzên asayîşê heta astekê didome.
Lê ji bo temamkirina vê pêvajoyê hîn gelek gavên pratîkî hewce ne."
Rola jinan di biryardayînê de
Rola jinan a di pergala birêvebiriyê de yek ji xalên herî krîtîk bû ku Îlham Ehmedê li ser sekinî.
Îlham Ehmedê rexne li pergala heyî girt û anî ziman ku her çend jin di gelek saziyan de hebin jî, ev beşdarbûn carinan wekî amûrekê tê bikaranîn.
Wê diyar kir ku jin di asta biryarên stratejîk û plansaziyan de bi giranî nayên dîtin.
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku parastina nasname û hêza xweser a Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di nava pergala parastinê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Zimanê Kurdî û pergala perwerdeyê
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser di nirxandina xwe ya li ser pergala perwerdeyê de nerazîbûneke tund nîşanî nêzîkatiyên li hemberî zimanê Kurdî da.
Îlham Ehmedê diyar kir ku dîtina zimanê Kurdî wekî zimanekî duyemîn an jî biyanî (mîna Îngilîzî an Fransî) di hinek bernameyan de şaşiyeke mezin e û got:
"Mafê her gelî heye ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibîne.
Pergala me ya perwerdeyê divê li ser vê bingehê were xurtkirin û pirsgirêkên qebûlkirina dîplomayên zanîngehên herêmê werin çareserkirin."
Destûra nû ya Sûriyeyê û yekîtiya neteweyî
Îlham Ehmedê ji bo çareseriya mayînde ya krîza Sûriyeyê, banga çêkirina destûreke nû ya demokratîk kir.
Wê bal kişand ser navê fermî yê dewletê (Komara Ereban ya Sûriyeyê) û diyar kir ku ev nav pergala yek-neteweyî li ser civakê ferz dike.
Bi gotina wê, ev nav li gorî pêkhateyên din ên wekî Kurd, Suryan, Asûrî û Tirkmenan ne dadmend e.
Îlham Ehmedê di dawiya axaftina xwe de bangî hemû aliyên Kurd kir ku ji bo parastina destkeftan û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, li ser bingeha yekîtiyeke civakî ya berfireh gavan biavêjin.



