Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê yasaya pêvajoya çareseriyê got: “Pêvajoyê bi îradeya Îmraliyê dest pê kir. Ez hêvî dikim ev mijar berî ku parlamentoya me bikeve betlaneyê çareser bibe.”
Numan Kurtulmuş doh li Şirnexa Bakurê Kurdistanê beşdarî “Merasîma Bibîranîna Hz. Nûh” bû û derbarê pêvajoya çareseriyê axivî.
Kurtulmuş ji bo yasaya pêvajoya çareseriyê got, “Ez hêvî dikim ev mijar berî ku parlamentoya me bikeve betlaneyê bi giştî çareser bibe.
Eger berî amadekirina yasayê partiyên li parlamentoyê li hev bikin dê yasa bi hêsanî derkeve.”
“Pêvajoyê bi îradeya Îmraliyê dest pê kir”
Kurtulmûş derbarê helwesta PKKyê jî got: “Niha, bi qasî ku em dibînin, biryardariya rêxistinê temam û zelal e.
Îmraliyê got, 'Serdema şerê çekdarî bi dawî bûye, cihê çekan tune. Ji niha û pê ve, têkoşîneke demokratîk dê dest pê bike.'
Bi gotineke din, eger rêxistinê îradeyeke wiha nîşan nedaba, eger îradeya ‘nehiştina rêxistinê' nebûya, vê pêvajoyê dest pê nedikir, ne pêkan bû ku dest pê bikira.
Îradeya siyasî ya derbarê danîna çekan û nehiştina rêxistinê jî temam e. Ne hêsan e. Rastiya ku partî di komîsyoneke wiha de kom bûne û gihiştine lihevkirinekê, nîşaneke mezin a biryardariya siyasî ye.
Siyasetê rola xwe lîstiye. Ez dixwazim banga xwe bo hemû endamên partiyên siyasî di vî warî de ducare bikim.
Divê em hemû li hemberî provokasyonan baldar bin. Divê her kes li hemberî zimanê ku bi kar tîne baldar be. Divê gotin û kiryarên ku dê atmosfera biratî û aştiyê ya ku hatiye afirandin xera bikin, neyên gotin.”
Yasa ne efûya giştî ye û demkî ye
Kurtulmuş derbarê yasayê got ku ne yasayeke efûya giştî ye û ew yasa demkî ye û li pey çû:
“Yekem ji xalên bingehîn ên ku me di vê yasaya çarçove de behs kir ev e ku ew dê yasayeke taybet û demkî be. Ew dê ne timî be.
Demeke diyarkirî dê were dayîn. Endamên ku werin û çekên xwe deynin û ragihînin ku wan çalakiyên rêxistinî terikandine, dê ji vê yasayê sûdê wergirin. Ew dê ti carî nebe efû û yasayeke efûya giştî.
Pêvajo bi piştgiriya piraniya civakê heta niha hatiye. Ji ber vê yekê ew bi awayekî serkeftî û bê pirsgirêk heta niha hatiye.
Armanca sereke ew e ku di dema herî zû de veger û bêçekkirin misoger bibin, divê dem neyê dirêjkirin.
6 meh, 8 meh, 1 sal, nizanim, ew dê were nîqaşkirin û biryar bê dayîn. Pêdivî bi yasayeke çarçoveyî heye ku destûrê dide endamên rêxistinê ku çekên xwe di dema herî zû de radest bikin.”

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)