Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê ya ku 3 wesayît tê de bûn de kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.
Pîkapa bi plakaya 61 AIH 284 a ku nasnameya ajokarê wê hîn nehatiye zanîn, li nêzîkî bajarokê Gitê li taksiyekê û otomobîlekê xist.
Ji ber lêdana giran pîkap û taksî qulibîn û otomobîl jî ji rê derket.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê, cendirme û AFAD çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê di kontrolên xwe de destnîşan kir ku jina bi navê Mulkiye U. ya di pîkapê de miriye.
Her wiha 11 kesên din ên di wesayîtan de jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li navçeyên Silopiya û Cizîrê.



