Hewlêr (Rûdaw) - Kolberekî ji navçeya Şahoyê ya parêzgeha Kirmaşanê hat kuştin û rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin ku gule lê hatine reşandin.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihand, "Roja Înê kolberekî ji navçeya Şahoyê ya parêzgeha Kirmaşanê bi guleyên hêzên Îranê hat kuştin."
Li gorî wan rêxistinan, roja Înê hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser sînorê Şûşmê yê Newsûdê bêyî hişyariya pêşwext û bi hinceta veguhastina kel û pelên qaçax, gule li Wezîr Rehîmî reşandine.
Wezîr Rehîmî 57 salî bû, zewicî bû û xelkê gundê Mensûraxayê yê navçeya Şahoyê bû.
Roja 11ê Hezîranê jî kolberekî ji Baneyê yê bi navê Mutelîb Xeyberî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû kuştin.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, sala borî li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê 26 kolber bi guleyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û 31 kolber jî birîndar bûne.



