Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqamê navçeya Amêdiyê Warşîn Selman ragihand ku di nava zêdetirî sedsalekê de li navenda navçeyê ti bûyerên kuştinê çênebûne.
Warşîn Selman her wiha eşkere kir ku di şeş mehên dawî de tenê carekê cudabûna hevjînan hatiye tomarkirin.
Qeymeqamê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê Warşîn Selman, li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Warşîn Selman diyar kir ku ew bi xwe ji sala 2016an ve li navçeyê dijî û got, "Heta îro ti şerê wisa rû nedaye ku gule hatibin berdan."
Li gorî gotinên Warşîn Selman, "Zêdetirî 100 sal in li bajarê Amêdiyê ti bûyera dijminatiyê çênebûye ku kesek tê de hatibe kuştin."
Nifûsa wê zêdetirî 4 hezar kesan e
Her çend li nahiye û gundên Amêdiyê carinan şer û kuştin çêbûbin jî, ew cihê ku Qeymeqam qala wê dike tenê navenda navçeyê ye.
Li navenda navçeya Amêdiyê zêdetirî hezar malan hene û nifûsa wê zêdetirî 4 hezar kesan e.
Warşîn Selman anî zimên ku li navenda Amêdiyê rêjeya cudabûna hevjînan jî gelekî kêm e.
Selman da zanîn ku di şeş mehên borî de li dadgehê ji bo hevjînan tenê cudabûnek hatiye tomarkirin.

.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)