Amed (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Rezanê ya Amedê li du taxên sereke yên navçeyê sindoqên dengdanê danîn.
Li ber sindoqan pisûleyek heye ku ji 15 projeyan pêk tê. Şêniyên van her du taxan kîjan projeyê bixwazin destnîşan dikin û davêjin sindoqê.
Di encama dengdanê de 3 projeyên ku herî zêde dengê xelkê wergirtiye dê ji aliyê şaredariyê ve werin pêkanîn.
Ev cara yekem e ku li Amedê proje bi destê xelkê û bi rêya dengdanê pêk tên.
Şênî projeyên xwe hildibijêrin
Li navçeya Rezanê ya Amedê li taxên Yenîkoy û Yunus Emreyê sindoqên dengdanê hatin danîn.
Ev sindoq ne ji bo hilbijartina muxtaran e û ne jî ji bo ya şaredariyan e.
Ev sindoq ji bo hilbijartina 15 projeyên Şaredariya Rezanê ne.
Şêniyên taxan projeyên xwe bi xwe hildibijêrin.
Kordînatorê Hilbijartina Projeyan Sedat Yildiz li ser mijarê daxuyanî da û got:
"Ev pisûle bi xwe jî ji aliyê gel ve hatiye diyarkirin. Ev 15 proje jixwe hemû daxwazên hevpar ên taxê ne û pêwîst in."
Dê 3 proje werin bicihanîn
Sedat Yildiz bal kişand ser rola şaredariyê û wiha anî zimên:
"Şaredarî dê ji wan 3 projeyan dest pê bike ku herî zêde deng standine. Dê sala bê van her sê projeyan pêk bîne."
Nêrîn û daxwazên şêniyên her du taxan nêzîkî hev in.
Daxwaza sereke ya xelkê hewz û park in
Şêniyê taxê Îsmaîl Tokaç got, "Em ji bo zarokan hewzekî dixwazin, hefya zarokan e. Bila parka zarokan çêbikin.
Ew der vala ye, dikarin li wir çêbikin. Hewa germ e, ji bo zarokan cihên xweş çêbikin da ku kêfê bikin."
Şêniya taxê Hacîre Orakçiyê jî daxwaza xwe wiha anî zimên:
"Ez dixwazim ji bo zarokan qadên xweş çêbibin da ku sebira wan were.
Wekî mînak, dikarin ji bo jinan cihên ku sebira xwe lê bînin çêbikin.
Eger tiştên wiha çêbikin dê hem ji bo me hem jî ji bo zarokan xweş bibe."
Şêniyê taxê Erdal Ozkaplan diyar kir, "Em ji bo zarokan hewzekî dixwazin. Ka li vir çi heye? Li Yenîkoya hişk û ziwa çi heye?"
Şêniyê taxê Mihemed Ozkaya jî destnîşan kir, "Li pişt vê derê cihekî vala heye, ji bo hewz û parkê cihekî pir xweş e."
Şêniyê taxê Nuredîn Ozkaplan anî zimên, "Park, cihê sporê û pirtûkxane. Bila ev hemû jî hebin da ku zarokên me xwe bi pêş bixin."
Her wiha şêniyê taxê Mistefa Akyuz jî got, "Bila pêşî xwedîkirina ajelan li vê taxê qedexe bikin.
Em dixwazin parka zarokan çêbikin. Her wiha em xwaringehekê, cihekî xwarina erzan dixwazin."
Di nav 15 projeyên dengdanê de perwerdeya pîşeyî ya ciwanan, avakirina navendên hişyariyê yên li dijî madeyên hişbir, tendûrxane û qadên sporê hene.
Encamên dengdanê dê 3yê Tîrmehê werin eşkerekirin.

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)