Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê bi daxuyaniyeke tund nerazîbûn nîşanî nîqaşên li ser yasaya taybet a derbarê pêvajoyê de da.
KCKyê ragihand ku amadekirina her yasaya bêyî hevdîtin û nîqaşa bi Abdullah Ocalan û tevgera wan re, wekî "lîstik, ferzkirin û komplo" tê nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku heta Ocalan di mercên azad ên xebatê de nebe, pêvajoya çekdanîn û fesixkirinê nakeve pratîkê.
KCKyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser nûçeyên di medyaya Tirkiyeyê de û ragihand ku ji 24ê Gulanê ve ti hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nehatiye kirin.
KCKyê diyar kir ku prosedurên derbarê "veguhastina bersivên hikûmetê yên ji bo Ocalan û Qendîlê" nehatine bicihkirin û tecrîda li Îmraliyê didome.
'Derxistina yasayê bi vî rengî lîstik e'
Di daxuyaniyê de daxuyaniyên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş hatin rexnekirin.
KCKyê diyar kir, "Bêyî ku nêrîna birêz Ocalan û tevgera me were girtin, bêjin 'em dê yasayekê bi vî rengî derxin', ev lîstikek e."
Di berdewamiyê de hat gotin, "Numan Kurtulmuş dibêje 'yên tên bila werin, yên nayên em dê li dijî wan gavan biavêjin'.
Biryarên di vê rêxistinê de bi awayekî yekdengî tên wergirtin û bicihanîn. Tevgera me tenê pêngavên hevgirtî û yekpare cidî digire.
Pirsgirêk ne tenê çekdanîna şervanan e; divê helwesta li hemberî şervan û birêvebiriya vê tevgerê yek be."
'Divê birêz Ocalan di mercên azad de be'
KCKyê bi bîr xist ku di kongreya fesixkirina PKKyê de biryar hatibû wergirtin ku ev pêvajo tenê di bin serokatiya Abdullah Ocalan de bimeşe.
KCKyê got, "Birêz Ocalan tenê di bin mercên xebat û jiyaneke azad de dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Heta ku statuya wî zelal nebe û di vî warî de gavên erênî neyên avêtin, ti kes nikare biryarên kongreya PKKyê bixe pratîkê."
KCKyê her wiha pirsî, "Gelo hikûmet bi 'yasaya vegera malê' dixwaze serê civakê tevlihev bike yan şerekî taybet li dijî me dimeşîne?"
Rexneya li serdanên Îbrahîm Kalin ên li Îraqê
KCKyê amaje bi serdanên Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin ên li Îraq û Herêma Kurdistanê jî da û got:
"Îbrahîm Kalin ne tenê wekî serokê îstîxbaratê, wekî serokwezîrê hikûmetê li Îraqê digere.
Gelo di plana tasfiye û êrişa li ser tevgera me de, hinek rol didin van hêzan?"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, "Tirkiye li şûna ku pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser bike, bi Îraq û Îranê re plana êrişên nû dike. Divê Îraq van planan qebûl neke."
Banga ji bo 'Entegrasyona Demokratîk'
KCKyê di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ew wekî tevger xwedî wê îrade û biryardariyê ne ku atmosfera şer a 50 salî ji holê rakin.
KCKyê eşkere kir ku ew dixwazin li ser bingeha "Entegrasyona Demokratîk" bi Tirkiyeyê re çareseriyeke siyasî pêk bînin.
KCKyê her wiha bangî dewleta Tirkiyeyê jî kir ku berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne û daxwaz ji raya giştî kir ku li dijî hewldanên têkdana pêvajoyê hişyar bin.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê bi vî rengî ye:
"Ev demeke di nava raya giştî û çapemeniya Tirkiyeyê de nîqaş li ser yasaya çarçoveyê tên kirin. Di çapemeniyê de nirxandinên wisa tên bilêvkirin ku li projeya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo nayên, her wiha berevajî wê ne.
Herî dawî, pêşniyarên ku Rêber Apo 24ê Gulanê li Îmraliyê pêşkêş kiribûn û hevdîtinên ku heyeta DEM Partiyê bi rayedarên AK Partiyê re kiribûn, wekî ku nû ne hatin nîşandan. Halbûkî ji 24ê Gulanê û vir ve ti hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin.
Piştî hevdîtina 24ê Gulanê pêşniyarên ku Rêber Apo pêşkêş kirin, dê ji aliyê hikûmetê ve bihatana nirxandin. Ev nirxandin dê ji Rêber Apo re bihata ragihandin û encamên wê jî dê ji Tevgera me re bihatana ragihandin.
Lê belê heta niha ev prosedur nemeşiya ye. Lewma ji wê rojê û vir ve ti têkilî yan jî bûyerek neqewimiye ku hêjayî nirxandinê be. Di mijareke bi vî rengî dîrokî û girîng de tecrîda li ser Rêber Apo didome û Tevgera me ya Azadiyê jî di nava vê demê de ti agahî wernegirtiye.
Tevgera me ya Azadiyê her tim bi pêvajoya Rêber Apo re dilsoz bû û her cure hewldanên pêwîst bi cih anîn. Ji bo çareseriya siyasî a demokratîk a pirsgirêkan me ji gelek aliyan ve hewl da û gavên girîng jî avêtin.
Ji bo yasayên azadiyê yên ku siyaseta demokratîk bi rengekî azad lê bê kirin werin derxistin, me piştgirî da hewldanên ku di vê mijarê de hatin kirin. Di vê çarçoveyê de me kêm û bi kêmasî jî dîtibe, dîsa jî rapora komîsyona demokrasî, aştî û xwişk û biratiyê erênî dît.
Pêvajoya aştî û civaka demokratîk me yekser eleqedar dike. Ji bo bandoreke neyînî li pêvajoyê û diyalogên bi Rêber Apo re nebe, wekî Tevger me rast nedît ku timî daxuyaniyan bidin. Lê belê polîtîka, daxuyanî û nirxandinên demên dawî tên kirin, pêwîstiya wê yekê afirand ku em bi daxuyaniyekê nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin.
Eger bi Rêbertî re hevdîtin û nîqaş neyên kirin, nêrîna tevgera me neyê girtin û li ser vê yekê bê gotin ku dê yasayeke bi vî rengî bê derxistin, di naveroka xwe de dê filan û bêvan tişt hebin; ev yek dê wekî lîstikekê, wekî ferzkirinê û her wiha wekî komployekê bê dîtin.
Jixwe Numan Kurtulmuş bi daxuyaniyekê got ku dê yasayek bê derxistin, yên tên dê bên, yên nehatin dê li dijî wan a pêwîst bê kirin. Biryarek têkildarî vê rêxistinê bi rengekî hevgirtî tê girtin û bi hevgirtî jî bi cih tê anîn. Tevgera me ya azadiyê tenê yasa û gavên hevgirtî û yekpare cidî û li ber çavan digire. Naxwe nêzîkatiya; beşek dê bê beşek dê neyê, nabe. Pirsgirêk ne tenê çekdanîna şervanan e. Bê guman helwesta li hemberî şervan û birêvebirên vê tevgerê jî yek e. Nîşandana nêzîkatiyeke cuda dê bibe sabotekirina vê pêvajoyê.
Wekî Tevgera Azadiyê di kongreya fesixkirina PKKyê de me biryar da ku pêvajoya fesixkirinê û bêçekbûnê dê ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Rêber Apo jî tenê di nava şert û mercên karkirinê yên azad de dikare vê pêvajoyê bimeşîne.
Gelê me û tevgera me hîn ji destpêkê ve destnîşan kir ku polîtîka û pratîkeke bêyî azadiya Rêber Apo, bêyî afirandina mercên karkirinê yên azad, qebûl nake. Heta ku di statuya Rêber Apo de nêzîkatiyeke erênî neyê nîşandan û di vê çarçoveyê de gav neyê avêtin, kes nikare biryarên di kongreya PKKyê de hatine wergirtin bi cih bîne.
Diyaloga bi Rêbertî û têkiliya bi me re ji bo wê yekê ye ku helwest û polîtîkayeke hevgirtî bê afirandin. Naxwe gotina 'em ê yasayekê derxin, yên tên dê bên, yên nayên nayên' nabe. Gelo di vê pêvajoyê de daxwaz û lêgerîna çareseriyekê heye, yan jî tê xwestin ku serê civakê tevlihev bibe; yan jî li hemberî Tevgera Azadiyê şerekî taybet tê meşandin?
Eger yasayeke ku dişibe yasaya vegera li malê bê derxistin û nêzîkatiyeke çareseriya demokratîk a yekpare neyê nîşandan, ne gelê me ne jî civata me ya rêxistinê dê vê qebûl bike. Lewma eger tê xwestin ku pirsgirêka sed salî, pirsgirêkên qutbûn û şer ên pêncî salî bên çareserkirin, divê nêzîkatî û feraseteke rast bê nîşandan.
Di halê hazir de hema bibêje amadekarî ji şerekî nû re tê kirin, polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin. Musteşarê MÎTê Îbrahîm Kalin ne tenê wekî serokê rêxistineke îstîxbaratê, di heman demê de wekî serokwezîrê hikûmetekê li Îraqê digere.
Beriya niha di êrişên li ser Rojava de hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin. Çi karê musteşarê MÎTê li Bexda, Silêmaniye û Hewlêrê heye, çi dike? Gelo di plana tasfiye û êrişa li ser tevgera me ya azadiyê de tê xwestin ku hin rol ji van hêzan re bê dayin? Bê guman tevahiya gelê Kurd û hêzên siyasî divê haya wan ji polîtîkayên bi vî rengî hebe. Divê gotinên Tirkiyeyê bi yekalî û nêrînên ne li gorî berjewendiya Kurdan bê dîtin.
Gelo Tirkiye li şûna çareserkirina pirsgirêka xwe ya navxweyî, piştî biryara hikûmeta Îraqê ya li ser hêzên çekdar ên li derveyî artêşê bi Îraqê re plana êrişekê li ser Tevgera me ya Azadiyê dike? Tê zanîn ku bi Îranê re jî hevdîtinên bi vî rengî hatin kirin. Eger planên bi vî rengî yên dewleta Tirk hebin, em di wê baweriyê de ne ku divê Îraq van qebûl neke.
Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyekê qebûl nake. Bi gotina 'Me yasa derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, dê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.
Dê bibe dewamkirina wan polîtîkayan ku sed sal in encamê bi xwe re nînin û gelê Kurd û Tirkiyeyê ji hev qut dikin. Lewma divê nêzîkatiya li Rêber Apo û nêzîkatiya li Tevgera me ya Azadiyê cidî û bi berpirsyarane be.
Wekî Tevgera Azadiyê em xwedî wê îrade û biryardariyê ne ku atmosfera şer û qutbûnê ya pêncî salî ji holê rakin. Em dixwazin li ser bingeha çareseriya siyasî demokratîk entegrasyona demokratîk bi Tirkiyeyê re pêk bînin û nêzîkatiyeke bi vî rengî ya siyasî bixin pratîkê.
Ji bo dewleta Tirkiyeyê jî berpirsyariyeke dîrokî ye ku ji bo pêkhatina vê îrade û biryardariya me, ji bo bicihanîna entegrasyona demokratîk bi polîtîka û gavên xwe erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Divê raya giştî ya demokratîk û gelê me li hemberî nêzîkatiyên ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk sabote bikin hişyar bin. Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîneke bibandor bimeşînin û ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka emokratîk erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin."

.webp&w=3840&q=75)

