Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Peyê ya Perwerde û Bipêşketinê di rapora xwe ya çavdêriyê ya çaran de hişyariyê dide ku astengkirina karên Parlamentoya Kurdistanê didome.
Saiyêî diyar kir ku Herêma Kurdistanê zêdetirî 3 sal û 6 mehan e di "valahiya yasayî û saziyî" de ye.
Li gorî rapora Saziya Payê, her çendî salek û 7 meh di ser hilbijartina serdema şeşem a parlamentoyê re derbas bûne û 97 parlamenteran 2yê Kanûna Pêşîna 2024an sond xwariye jî parlamento hîn çalak nîne.
Heta niha desteya serokatiyê nehatiye avakirin û komîteyên parlamentoyê jî nehatine destnîşankirin.
Nakokiyên PDKyê û YNKyê û bandorên wan
Serokê Saziya Peyê ya Perwerde û Bipêşketinê Dr. Serwer Ebdulrehman beşdarî bultena saet 12:00an a Rûdawê bû li ser mijarê axivî.
Dr. Serwer Ebdulrehman derbarê rewş û sedemên rewşa parlamentoyê de wiha got:
"Mixabin ev rewşa ku li Herêma Kurdistanê rû daye, encama nakokiyên di navbera PDKyê û YNKyê de ye.
Her wiha ji ber lawazî û bêhelwestiya partiyên mixalefetê ye ku em zêdetirî 3 sal û 6 mehan e di valahiya yasayî de ne."
Dr. Serwer Ebdulrehman her wiha got, "Eger Parlamentoya Kurdistanê çalak bûya, wê bikaribûya bi dehan yasa derxistana, sererast bikira û yasayên Parlamentoya Îraqê jî li Herêma Kurdistanê bixista meriyetê.
Parlamentoyê dikaribû du yasayên budceyê pesend bikira, lê di maweyê 34 salên desthilatdariya Herêma Kurdistanê de, 21 sal bê budceyê derbas bûne."
Sonda parlamenteriyê û krîz
Di rapora Saziya Peyê de wiha hat gotin:
"Sonda parlamenteriyê tenê merasîmeke rûbarî nîne, belkî sond û sozeke exlakî û yasayî ye ji bo parastina berjewendiyên giştî.
Dema parlamenterek sond dixwe lê li hemberî krîzan bêdeng dimîne, sond ji naveroka xwe vala dibe."
Serokê Saziya Peyê bal kişand ser wê yekê ku parlamenter niha "tiştekî nakin" û tenê tiştê ku wan bi parlamentoyê ve girê dide meaşê wan e.
Li gorî gotina Dr. Serwer Ebdulrehman, karê parlamenteran ji asta "aktîvîstên sivîl û rojnamegeran" derbas nabe, çimkî ji aliyê yasayî ve ti desthilata wan nîne, ne komîte hene û ne jî civînên parlamentoyê çêdibin.
Dr. Serwer Ebdulrehman li ser çalakkirina parlamentoyê got:
"Rêya rast ew bû ku PDKyê û YNKyê parlamento çalak bikira. Dema ew çalak nakin, diviyabû aliyên mixalefetê helwest nîşan bidana."
Metirsiya destwerdana Bexdayê
Saziya Psyê hişyariyê dide ku astengkirina parlamentoyê rê li ber destwerdanên zêdetir ên saziyên Bexdayê, bi taybetî jî Dadgeha Bilind a Federal vedike.
Ev yek pêgeha siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê li beramberî Bexdayê lawaz dike.



