Hewlêr (Rûdaw) - Newroz Telecoma ku yek ji dabînkerên pêşeng ên xizmetguzariyên pêwendî û dîjîtal ên li Herêma Kurdistanê ye bi şirketa jêrxana teknolojiya hişê çêkirî ya Erebistana Siûdî OmniOpsê re dest bi hevbeşiyeke stratejîk kir.
Armanca vê hevbeşiyê ew e ku hişê çêkirî yê Kurdî "KI"yê ava bikin. Ev dê bibe platorma yekem a hişê çêkirî ya dan û standinan a bi Kurdî.
Ev platform bi "Bunyan"ê dixebite. Bunyan, platforma pêşbînîkirinê ya hişê çêkirî yê OmniOpsê ye û di nava jêrxana Newroz Telecomê de bi awayekî navxweyî hatiye bicihkirin.
Ev gav garantiyê dide ku karên zîrek û pêvajoya amaran dê li Herêma Kurdistanê bimîne.
Ev yek ji bo kontrolkirina amaran a navxweyî, xizmetguzariyeke cihê baweriyê, pabendbûna bi qanûnan û bikaranîna şiyanên zîrek ên serbixwe alîkar e.
Valahiya ziman tê dagirtin
Hişê çêkirî yê KIyê piştgiriyê dide zimanê Kurdî. Ew dê bi zaravayên Kurdî yên Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn, her wiha bi zimanên Erebî û Îngilîzî xizmetê bike.
Di warê hişê çêkirî de valahiyeke mezin a ziman hebû û ev platform wê valahiyê dadigire.
Bi saya vê platformê bikarhêner, bazirgan û saziyên li seranserê Herêma Kurdistanê dê karibin bi zimanê ku dixwazin xwe bigihînin xizmetguzariyên zîrek.
Pabendiya bi teknolojiya pêşketî
Birêvebirê Giştî (CEO) yê Koma Newroz Telecomê Îsmaîl A. Mihemed li ser mijarê got:
"Newroz Telecom her tim pabend bûye ku teknolojiya herî bipêşketî ya cîhanê bîne Herêma Kurdistanê.
Em bi KIyê re gaveke gelekî girîng diavêjin. Em şiyanên zîrek ava dikin ku ji zimanê me fêm dikin, çanda me nîşan didin û xizmeta pêdiviyên civaka me dikin."
Mihemed diyar kir ku ev kar destpêka vîzyoneke berfirehtir e da ku Herêma Kurdistanê di warê nûjeniyên dîjîtal de bibe pêşeng.
Birêvebirê Giştî (CEO) yê OmniOpsê Mihemed Eltesen jî ev tişt anîn zimên:
"Hişê çêkirî yê serbixwe bingeha baweriyê ye. Karê me yê bi Newroz Telecomê re nîşan dide ku hişê çêkirî yê bipêşketî dikare bi lez û bi awayekî navxweyî were bicihkirin.
Em bi hev re standardeke nû datînin û nîşan didin ku hişê çêkirî li seranserê herêmê çawa dixebite."
Guherîna dîjîtal leztir dibe
Destpêkirina KIyê xala yekem a girîng a stratejiya berfirehkirina hişê çêkirî û guherîna dîjîtal a Newroz Telecomê ye.
Şirket plan dike ku çareseriyên zîrek li seranserê pergala xwe ya dîjîtal berfireh bike.
Ew dixwaze dest bi xizmetguzariyên nû bike da ku ezmûna kiryaran baştir bike, piştgiriyê bide hilberîna bazirganiyê û nûjeniyê li seranserê Herêma Kurdistanê leztir bike.
Newroz Telecom
Newroz Telecom ji 2007an ve li Îraq û Herêma Kurdistanê yek ji dabînkerên pêşeng ên pêwendî û teknolojiya ye.
Şirket ji bo bikarhêner, saziyên bazirganî û saziyên hikûmetê pêwendî, jêrxana dîjîtal û xizmetguzariyên nûjen ên teknolojiyê dabîn dike.
Newroz Telecom bi veberhênana berdewam a di warê bipêşketina torê û nûjeniyên dîjîtal de, ji bo xurtkirina civakan û piştgiriya paşeroja dîjîtal a herêmê pêbend dimîne.
OmniOps
OmniOps şirketeke jêrxana teknolojiya hişê çêkirî ya Erebistana Siûdî yê ku 2024an hatiye damezirandin.
Armanca wê ya sereke ew e ku paşeroja Siûdiyê ya ku dê bi hişê çêkirî be leztir bike.
Şirket valahiya di navbera jêrxana hişê çêkirî û nirxê rasteqîn ê hişê çêkirî de dadigire.
Ew rê dide bazirganî û pîşesaziyên ji hemû qebareyan da ku bi rêya şiyana hejmartina dîjîtal û performansa bilind karên xwe yên zîrek bi pêş bixin.
Şirketê bi qasî 8 milyon dolarî piştgiriya destpêkê bi dest xistiye û ji aliyê saziyên pêşeng ên Erebistana Siûdî ve bawerî pê tê kirinê.

.jpg&w=3840&q=75)

