Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverûyê Mîdas Ezîzî li ser ne yekbûna Kurdan rexneyên tûj li birêvebiriya PYDyê girtin û hişyarî da ku "parçebûna Kurdan tenê xizmeta hikûmeta Şamê dike."
Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (Pêşverû) Mîdas Ezîzî beşdarî bultena Rojava ya Rûdawê bû pirsên dilbixwîn Dara bersivandin.
Mîdas Ezîzî perde ji ser gelek nakokiyên kûr ên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de rakir.
"Em ji bo civîna PYDyê nehatine vexwendin"
Ezîzî li ser îdiayên PYDyê yên ku dibêjin wan bangî ENKSyê kiriye da ku beşdarî civîna 28ê mehê bibe lê ENKS beşdar nebûye, ev yek bi tundî red kir û got: “Em bi ti awayî nehatine vexwendin.”
Ezîzî destnîşan kir ku daxuyaniyên serkirdeyên PYDyê (bi taybetî Pervîn Yûsif) nakok û "gelekî xerab" in û pirsî:
“Gelo di vê qonaxa hestiyar de ku pêdiviya me bi yekrêziyê heye, çima êrişî Kurdan dikin? ENKS ne li derveyî xeta Kurdan e.”
Siyaseta veşartî ya li gel Şamê
Yek ji xalên herî girîng ên hevpeyvînê, mijara dan û standinên bi hikûmeta Sûriyeyê re bû.
Ezîzî diyar kir ku PYD bi navê "mijarên teknîkî" bi tena serê xwe diçe Şamê, lê di rastiyê de li ser mijarên stratejîk ên mîna perwerde, ziman û danîna parêzgaran axiviye.
Ezîzî rexneya xwe wiha anî ziman:
“Danîna parêzgarekî yan jî diyarkirina pergala perwerdeyê û zimên, ne mijarên teknîkî ne, mijarên siyasî ne.
Mixabin ev şandeya ku çûye Şamê, bi serê xwe û veşartî tevdigere. Heta niha kes nizane naveroka peymana 29ê mehê çi ye.”
Ezîzî her wiha tekez kir ku ENKS û Partiya Pêşverûyê her tim daxwaza "Şandeya Kurdî ya Yekbûyî" kiriye û ji bo vê yekê serî li Amerîka, Fransa, Herêma Kurdistanê û Mezlûm Ebdî daye, lê heta niha ti encam bi dest neketiye.
"Projeya Biratiya Gelan têk çû"
Mîdas Ezîzî bal kişand ser rewşa navxweyî ya Rojavayê Kurdistanê û PYDyê wek berpirsyara sereke ya krîza aborî û xizmetguzariyê nîşan da.
Wî got ku piştî 14 salan ji desthilatdariya PYDyê, milet birçî ye û bêav û bêelektrîk maye.
Ezîzî bi zelalî ragihand, “Projeya 'Biratiya Gelan' û ew sloganên giran têk çûn. Îro ti alternatîv ji bilî biratiya Kurdan tune.
Divê Kurd bibin yek da ku bikaribin mafên xwe di destûra Sûriyeyê de cih bikin.”
Parvekirina desthilatê û daxwaza hilbijartinan
Ezîzî Li ser nîqaşên derbarê parvekirina desthilatê de, da zanîn ku daxwaza wan ne tenê "parvekirina kursiyan" e.
Wî got ku mebesta wan ne parvekirina "50 bi 50" ya jimaran e, lê ew dixwazin di biryarên şer, aştî û siyasete de bibin şirîk.
Ezîzî destnîşan kir ku heta hilbijartinek neyê kirin, ti alî nikare bibêje "ez nûnerê ji sedî sed ê Kurdan im."
Wî bangî her du aliyan kir ku bi wekhevî herin hilbijartinan û her kes encamê qebûl bike.
Amadekariyên kongreya ENKSyê
Ezîzî di dawiya hevpeyvînê de agahî da ku ENKS niha li ser amadekariyên dawî yên kongreya xwe dixebite û di mehek an jî du mehan de dê kongre were lidarxistin.
Wî ducare kir ku mifteya serkeftina Kurdan li Sûriyeyê tenê "yekîtî" ye û bêyî vê yekê, hemû destkeft di bin metirsiyê de ne.


.jpg&w=3840&q=75)