Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Hezexê bi hinceta ku li ser erdê welatiyan mêvanxane ava kiriye, bi milyonek û 170 hezar û 743 lîreyî ceza li Weqfa Dêra Qedîm a Siryanan a Hezexê birî.
Rayedarên Weqfa Dêra Qedîm a Siryanan a Hezexê, Şaredariya Hezexê bi wê yekê tohmetbar kir ku ceza li dêrê birîye.
Biryara şaredariyê bi îmzeya Şaredar Turkan Kayirê hat wergirtin ku ew bi xwe jî welatiyeke Siryan e.
Alîkarê Şaredara Hezexê Ekrem Şîmşek li ser cezayê ji Rûdawê re ragihand ku ceza ne li Dêra Siryanan, ji ber avakirina mêvanxaneya qaçax a li ser erdê welatiyekî Siryan li weqfê hatiye birîn û got:
“Mêvanxaneya Dêra Siryanan li ser erdê 3 welatiyên Siryan hatibû avakirin.
Welatiyê bi navê Ferît Kulen serî li şaredariya me da û mafê xwe xwest.
Em jî li gel berpirsên Weqfa Siryanan axivîn û me ji wan xwest ku li hev bikin.
Tevî hemû hewldan û navbeynkariya me her du aliyan li hev nekir.
Me jî ji neçarî cezayekî sembolîk da Weqfa Dêra Qedîm a Siryanan a Hezexê.”
Şimşek destnîşan kir ku wan ji bo lihevkirinê dem daye weqfê û eger weqf xwediyên erdan razî bike û heqê wan bide, dê ceza were betalkirin.



.jpg&w=3840&q=75)