Bedlîs (Rûdaw) - Li gundê Silindayê yê navçeya Motkanê yê parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, bavek û sê kurên xwe ji bo seyranê çûn ber Çemê Silindê.
Dema ku wan dixwest ji çem derbasî aliyê din bibin, sê kur bi hev re bi avê ve çûn.
Bav kurê xwe yê herî biçûk Fatîhê 9 salî rizgar kir lê her du kurên wî yên din Enesê 13 salî û Ezîzê 11 salî di nav avê de winda bûn.
Doh cenazeyê birayekî û îro jî cenazeyê birayê din ji çem hatin derxistin.
Axîn û kesera bavê her du zarokan ku di çem de fetisîn gihîşt erş û ezmanan.
Navê vî bavê kezebşewat Baqir Şeflek e ku axîna wî kezeba mirovan diperitîne.
Wî doh cenazeyê kurê xwe Enesê 13 salî û îro jî cenazeyê kurê xwe Ezîzê 11 salî ji Çemê Silindê derxist.
Baqir Şeflek bi sê kurên xwe re çûbû seyranê lê ev geşt ji bo wî bû karesateke mezin.
Wî di roja yekem de cenazeyê Enes û di roja duyem de jî cenazeyê Ezîzê ber dilê xwe ji avê derxist.
Gundî û xizmên zarokan di şînê de ne
Bapîrê zarokan Cemal Yeşîlova nikaribû rondikên çavên xwe bigire û got:
"Ew neviyên min bûn. Çi bikim, ez nikarim bi vî derdî re mijûl bibim. Tenê giriyê min tê."
Gundiyê bi navê Akîf Gulgen qala kêliya bûyerê kir û got, "Sê zarok bûn û bavê wan bi wan re bû.
Bav yek ji wan derbasî aliyê din kir û ji her duyên din re got 'li vir bisekinin ez niha têm û we jî derbas bikim.'
Dema ku bav çû nîvê avê, wan jî da dû wî. Heta ku bav li xwe zivirî, avê her du bira birin."
Gundiyê bi navê Letîf Alagoz diyar kir ku wan cenaze yek bi yek dîtine û got, "Me cenazeyek doh dît, cenazeyê din jî me îro taze dît."
Hacî Newzad jî got, "Me yek ji vir derxist, yê din jî niha ji vir hat derxistin."
Seferberiya gundiyan û rîskên çem
Piştî ku nûçeya fetisîna her du birayan li herêmê belav bû, gundî û xizmên wan berê xwe da ber çem û ji bo dîtina cenayezan hemû bi hev re seferber bûn.
Gundiyê bi navê Kemal Erîbol bal kişand ser metirsiya çem û got:
"Ev ava gur li zarok û mezinan nanêre. Ava gur her kesî dehf dide û dibe.
Beriya her tiştî divê mirov tedbîran bigire. Eger tedbîr neyên girtin, mirov her tim di rîskê de ye."
Li gundê Silindayê beriya deh salan jî muxtarê gund di Çemê Silindê de fetisîbû.



.jpg&w=3840&q=75)