Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku di êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya li Mehabadê de 4 gerîlayên wan canê xwe ji dest daye.
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxuyaniyek belav kir û diyar kir:
"Roja 27ê Hezîranê, Supaya Pasdaran bi sûdwergirtina ji rewşa heyî û peymana Îran û Amerîkayê, bi çekên giran êrişî hêzên me kir."
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di encama şerê li Mehabadê de 4 endamên wan canê xwe ji dest daye ku 2 jê jin û 2 jî mêr in.
YRKyê her wiha destnîşan kir:
"Di pevçûnê de hejmarek endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin û birîndarkirin."
YRKyê ragihand ku dê bersiva wan ji bo çalakiyên leşkerî yên Îranê cuda be.
Li hêla din, Biryargeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku 4 endamên hêzên Rojhilatê Kurdistanê “li bilindahiyên di navbera bajarên Mehabad û Pîranşarê de mirine.”
Pasdaran eşkere kir ku cenazeyên gerîlayên YRKyê ketine destê wan.
Biryargeha Hemzeyê ya ku çalakiyên leşkerî yên Supaya Pasdaran ên li parêzgehên Sinê û Urmiyeyê bi rê ve dibe gef xwarin û got:
"Em dê bersiva her cure tevgera leşkerî ya li herêmê bidin."



