Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 2 sal di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibin lê tenê carekê civiyaye.
Ji sibehê pê ve parlamento 2 mehan dikeve betlaneya havînê.
Parlamenterê Herêma Kurdistanê Omer Gulpî îro Rûdawê re axivî û li ser betlaneyê got:
“Li gorî peyrewa navxwe ya parlamentoyê, betlaneya havînê 1ê Tîrmehê dest pê dike û 2 mehan didome.”
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an hatin kirin.
Rûniştina yekem a Xula Şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê 2yê Kanûna Pêşîn a 2024an hat kirin û heta îro ti civînên din nehatiye kirin.
Omer Gulpî ji Komela Dadgeriyê hatiye hilbijartin lê sond nexwariye.
Omer Gulpî qala peyrewê kir û wiha axivî:
“Parlamento di salekê de 2 serdemên civînan hene. Yekemîn destpêka meha adarê dest pê dike û heta dawiya meha hezîranê didome û ji vê re serdema biharê tê gotin.
Ya duyemîn jî destpêka meha îlonê dest pê dike û heta dawiya meha kanûna pêşîn didome û ev jî serdema payîzê ye.
Di navbera van her du serdeman de parlamento du caran dikeve betlaneyan.”
Komîte jî nacivin
Di dema betlaneyên Parlamentoya Kurdistanê de komîteyên parlamentoyê dicivin lê civîna giştî ya parlamentoyê nayê kirin.
Heta îro komîteyên Parlamentoya Kurdistanê yên xula şeşemîn nehatine avakirin.
Ji ber vê yekê dê di vê betlaneyê de komîte jî necivin.
Di demên asayî de, li gorî birgeya sêyemîn a madeya 51ê ya peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê "rojên sêşem û çarşemê ji bo rûniştinên parlamentoyê taybet in."
Lê belê di salek û 7 mehên borî de parlamento tenê carekê ji bo sondxwarina endaman civiyaye.



