Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê di êrişeke bi çekan de 2 Pasdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Medyaya fermî ya Îranê vê sibehê ragihand ku li bajarê Paweyê di êrişeke bi çekan de 2 Pasdar hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, çekdaran li ber malên Pasdaran gule berdane wan.
Hêzên ewlehiyê yên Paweyê dest bi lêkolînê kir û hewl didin nasnameya êrişkaran eşkere bikin.
Hat diyarkirin ku navên Pasdarên ku hatine kuştin Xalid Xalîdîniya û Burhan Krîstanî ne.
Navên her du birîndaran jî Kamil Şebreng û Kemal Ebdî ne.
Xorî Hîwayê berpirsyarî girt ser xwe
Li ser torên civakî daxuyaniyek bi navê "Hêzên Xorî Hîwa"yê hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de wê komê berpirsyariya kuştina her du Pasdaran girt ser xwe.


