Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi fermana dadwer 3 parlamenter û 5 parêzvan û karmendên Îraqê desteser kirin.
Ew kesên desteserkirî paşê li xala kontrolê ya navçeya Pirdê ya Parêzgeha Kerkûkê radestî hêzên Îraqê hatin kirin.
Çavkaniyeke ji Desteya Destpakiyê ya Îraqê li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Çavkaniyê got, "Îro du tîmên Desteya Destpakiyê ya Îraqê li parêzgeha Hewlêrê û tîmeke din jî li parêzgeha Kerkûkê bûn.
Wan doh yekşemê li xala kontrolê ya Pirdê kesên desteserkirî ji Asayîş û Dijeterora Kurdistanê wergirtin û radestî hêzên ewlehiyê yên Îraqê kirin."
Li gorî gotina çavkaniyê Desteya Destpakiyê, kesên desteserkirî 3 parlamenter û 5 parêzvan û karmend in.
Di dema desteserkirinê de 10 milyon dînar û 15 çekên ji cureyê demançe û M4ê bi wan re bûn.
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku desteserkirina gendelkaran dê bidome û îro li parêzgeha Kerkûkê operasyoneke din were kirin.
Hêzeke Bertekdana Bilez û Dijeterorê ya Îraqê doh çû Kerkûkê û kesên desteserkirî veguhastin Bexdayê.
Navên parlamenterên desteserkirî
Ziyad Tariq Cenabî: Parlamenterê Hevpeymaniya Serweriyê (Bi serokatiya Sermed Xemîs Xencer).
Mihemed Cemîl Meyahî: Parlamenter û Serokê Hevpeymaniya "Wasit Ecmel" û parêzgarê berê yê Wasitê.
Eşwaq Salim Hesen Cibûrî: Parlamentera Fraksiyona Avakirin û Bipêşketinê (Bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî).
Navên karmend û parêzvanên desteserkirî
Ela Setar Mehmûd
Seyf Talib
Elî Casim
Osman Ebûd Cenabî
Elî Selah Cenabî
Hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi fermana serokwezîr, ji nişka ve operasyoneke tund li dijî gendeliyê da destpêkirin.
Ev operasyon di dîroka nû ya welêt de wekî operasyona herî mezin a ji vî rengî tê dîtin.
Hêzên Dijeterorê (CTS) bi temamî Herêma Kesk a Bexdayê dorpêç kir û hemû deriyên wê girtin.
Paşê wan dest bi bicihanîna fermana desteserkirina bi dehan berpirsên bilind û kesayetên siyasî yên bibandor kir ku ew bi dizîna mal û milkê giştî tên tometbarkirin.
“Ew bi malbatî li Hewlêrê dijiyan”
Çavkaniyeke ji Îdareya Parêzgeha Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku ew kesên li Hewlêrê bi tohmeta gendeliyê hatine desteserkirin, nereviyane Hewlêrê, malên wan li Hewlêrê ne û malbat û zarokên wan jî li Hewlêrê dijîn.
Çavkaniyê got, "Du ji wan parlamenterên desteserkirî li Gundê Spanî û yekî din jî li Gencan Cityê bû.
Karmendên din jî li cihên cuda yên Hewlêrê bûn."
28ê Hezîrana 2026an, di qonaxa yekem a vê operasyonê de herî kêm 47 kesayetên diyar hatin desteserkirin.
Di nav wan de parlamenter, serokên fraksiyonên siyasî û bazirganên mezin hene.
Li gorî çavkaniyên navxweyî, parêzbendiya yasayî ya li ser çend parlamenterên wekî Musenna Semeraî, Aliye Nuseyf û Hesen Xefacî hatiye rakirin û ew ji bo lêpirsînê hatin sewqkirin.
Ev operasyona berfireh piştî wê yekê hat ku Alîkarê Berê yê Wezîrê Petrolê Ednan Cumeyliyê ku meha borî hatibû desteserkirin, li ser toreke mezin a gendeliyê îtirafên metirsîdar kirin.
Li gorî çavkaniyan wî navê 128 kesên din jî daye.
Hikûmeta Îraqê tekez kir ku ev rêkar tenê destpêka qonaxa yekem in û got, "Lêpirsîna li gendelan di hemû saziyên dewletê de dê bêyî cudakarî û bi tundî bidome."
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)