Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke Tora Medyayî ya Rûdawê, 8 berpirs û karmendên Îraqê li Herêma Kurdistanê hatine desteserkirin û ew dê radestî hêzên ewlehiyê yên Îraqê bên kirin.
Di nav wan kesan de parlamenter, alîkarên wezîran, birêvebir û karmend hene.
Ew kes ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve bi fermana dadwer hatine desteserkirin.
Kesên ku hatine desteserkirin li navçeya Pirdê ya Kerkûkê radestî hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatin kirin.
Parlamenter û birêvebir jî hene
Birêvebirê Ofîsa Kerkûkê ya ya Rûdawê Herdî Mihemed li ser navên wan desteserkiriyan lêkolîn kir.
Li gorî zanyariyên ku bi dest ketine, Parlamenter û Parêzgarê Berê yê Wasitê Mihemed Meyahî û Berpirsê Ofîsa Ednan Cumeylî, Ziyad Cenabî jî di nav wan girtiyan de ne.
Operasyona herî mezin a dîroka nû
Hêzên ewlehiyê yên Îraqê îro bi fermana Serokwezîr li dijî gendeliyê dest bi operasyoneke tund û ji nişka ve kir.
Ev gav di dîroka nû ya welêt de wekî operasyona herî mezin a bi vî rengî tê dîtin.
Hêzên Dijeterorê (CTS) bi temamî Herêma Kesk a Bexdayê dorpêç kir û hemû deriyên wê girtin.
Paşê wan dest bi bicihanîna fermana desteserkirina bi dehan berpirsên bilind û kesayetiyên siyasî yên bibandor kir ku bi valakirina samana giştî tên tohmetbarkirin.
Parêzbendiya parlamenteran hat rakirin
Di qonaxa yekem a vê operasyonê de herî kêm 47 kesayetiyên diyar hatin desteserkirin.
Di nav wan de parlamenter, serokên fraksiyonên siyasî û bazirganên mezin hene.
Li gorî çavkaniyên navxweyî, parêzbendiya yasayî ya li ser çend parlamenterên wekî Musena Semerayî, Aliye Nuseyf û Hesen Xefacî hatiye rakirin û ew ji bo lêpirsînê hatine şandin.
Ev operasyona berfireh piştî wê yekê hat destpêkirin ku Alîkarê Berê yê Wezîrê Petrolê Ednan Cumeylî li ser toreke mezin a gendeliyê îtirafên metirsîdar kirin.
Ednan Cumeylî meha borî hatibû desteserkirin.
Hikûmeta Îraqê tekez kir ku ev rêkar tenê destpêka qonaxa yekem in.
Her wiha hikûmetê daxuyand ku "Lêpirsîna li gel gendelkaran dê di hemû saziyên dewletê de bê cudahî û bi tundî bidome."



