Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Komirliyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket.
Li navçeya Komirliyê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên Birêvebiriya Giştî ya Daristanan çûn cihê bûyerê.
Xebatên vemirandina agir bi helîkopterekê û 17 wesayîtên agirvemirandinê hatin kirin.
Di encama midaxeleya tîman de agir bi demeke kurt de hat kontrolkirin.
3 hektar daristan şewitî
Her çi qasî agir hatibe vemirandin jî di şewatê de 3 hektar daristan şewitî.
Ji bo tesbîtkirina sedema derketina agir dest bi lêpirsînê hat kirin.



