Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê bihabûna nan bi rêya platforma Naninoyê hat ragihandin.
Hinek cureyên nan ji sedî 100 biha bûne û nanekî sêlê ji 850 tumenî derket hezar û 700 tumenî.
Bihakirina nan hefteya borî ji aliyê Sendîkaya Ard û Nan a Sineyê ve hatibû pesendkirin.
Biryar ji îro ve di pergala seranserî ya Naninoyê de tê bicihkirin.
Sedema bihabûnê
Birêvebirê Ofîsa Çandiniyê ya Seqizê Fereydûn Hamidî bihabûn piştrast kir û ragihand:
"Ji ber bilindbûna mesrefên firinan û enflasyonê, Sendîkaya Ard û Nan bihayên nû diyar kirin."
Li gorî bihayên nû yên ku di platforma Naninoyê de hatine bicihkirin, nanê sêlê yê ku roja şemiyê bi 850 tumenî dihat firotin, ji îro û pê ve dê bi hezar û 700 tumenî be.
Her wiha nanê berberî ji 3 hezar tumenî derket 6 hezar tumenî û nanê sengakê jî ji 4 hezar û 450 tumenî derket 7 hezar û 200 tumenî.
Hamidî destnîşan kir ku Sine parêzgeha dawî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûye ku ev guherîna bihayê lê hatiye bicihkirin.
Pergala Naninoyê çi ye?
Projeya Birêvebirina Zîrek a Alîkariya Ard û Nan (Pergala Naninoyê) platformek e ji bo çavdêriya dabeşkirina ardê hikûmetê û kontrolkirina firotina nan a li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye.
Sendîkaya Ard û Nan ragihandibû ku biha li gorî rewşa bajarên mezin û navendên parêzgehan diguherin.
Li hinek bajarên mezin ên wekî Tehranê nanê sêlê bi 2 hezar û 700 tumen, berberî bi 10 hezar tumen û sengak bi 15 hezar û 500 tumenî ne.



