Hewlêr (Rûdaw) - 3 gundên li Herêma Kurdistanê ji bo pêşbirka "100 Gundên Geştyariyê yên Herî Baş ên Cîhanê" wekî namzed hatin nîşandan.
Ev pêşbirk ji aliyê Rêxistina Geştyariyê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ve tê lidarxistin.
Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ev gav dê Kurdistanê bixe ser nexşeya geştyariyê ya cîhanê.
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê û anî ziman:
"Ji wan 5 gundên ku hatine namzedkirin, 3 jê li Herêma Kurdistanê ne.
Ew gund jî Biyareya Helebceyê, Rewandiza Îdareya Serbixwe ya Soranê û Hirûra Dihokê ne."
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê eşkere kir ku wan dosyeya gundan radestî Desteya Geştyariyê ya Îraqê kiriye.
Tê çaverêkirin ku di 2 mehên bê de navên serkeftiyan werin ragihandin.
Îbrahîm Ebdulmecîd her wiha destnîşan kir ku ev gaveke girîng e û dê rê veke ku geştyarên biyanî zêdetir werin Herêma Kurdistanê.
Bi vî awayî dê sektora geştyariyê û aboriya herêmê zêdetir bi pêş bikeve.
Pîvanên Neteweyên Yekbûyî
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê ya Îraqê Elî Yasîn Ebdulreza jî ji Rûdawê re ragihand ku ji bilî gundên Kurdistanê, 2 gundên din hatine namzedkirin.
Ew gund jî Mîrkiya Nînowayê û Ebû Sûbata Zîqarê ne.
Yasîn eşkere kir ku 2 gundên din ên li Kût û Kerbelayê jî hebûn lê ji ber ku dosyeyên wan ne temam bûn nehatin namzedkirin.
Elî Yasîn diyar kir ku ne mecbûr e tenê gundek were hilbijartin.
Dibe ku ji 2-3 gund werin diyarkirin û ev yek jî bi hêza dosyeyên gundan ve girêdayî ye.
Yasîn da zanîn ku aliyên pêwendîdar salekê li ser nirxandina gundan xebitîne û ew li gorî 70 pîvanên cîhanî yên Neteweyên Yekbûyî xebitîne.
Armanca sereke ya vê gavê teşwîqkirina xelkê gundan e ku girîngiyê bidin geştyariya jîngehparêzî û gundnişîniyê.
Reklama cîhanî ji bo gundan
Berdevkê Desteya Geştyariyê ya Îraqê li ser sûdên vê gavê anî ziman:
"Ev namzedkirin reklameke cîhanî ye ji bo gundan.
Pisporên rêxistineke ku 160 welatan li xwe digire, dê salekê û 24 saetan balê bikişînin ser wan herêman."



