Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo roja Aşûrayê peyamek belav kir û diyar kir ku divê ji bo çareserkirina nakokiyan zimanê diyalogê bi ser bikeve.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê ji bo roja Aşûrayê peyamek weşand.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser giringiya vê rojê û anî ziman:
"Roja Aşûrayê hat da ku di derûna me de wateyên sebir, îman û fedakariyê nû bike.
Îmam Husên (silavên Xwedê li ser bin) li Kerbelayê bi rawestana li hemberî zilmê û bilindkirina peyva heq û bingehên bilind ev yek nîşan da."
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de banga yekrêziyê kir û li pey çû:
"Em di vê rojê de tekezî li ser giringiya pêbendbûna bi nirxên dadwerî û lêborînê dikin.
Her wiha em tekezî li ser xebata ji bo yekkirina rêzan û serxistina zimanê diyalogê yê di çareserkirina nakokiyan de dikin."
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ev yek dê bibe sedema parastina pêkhateya niştimanî û xurtkirina ewlehî û aramiyê û her wiha eşkere kir ku bi vî awayî daxwazên gel ên ji bo jiyaneke çêtir û paşerojeke baştir dê bi cih werin.
Li Îraq û li seranserî cîhanê roja Aşûrayê ye û yada candana Îmam Husên e ku îmamê sêyem ê Şîeyan e.


.jpg&w=3840&q=75)
