Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi zeviyan ket ku nêzîkî cihên niştecihbûnê bû.
Bûyer îro piştî nîvro li gundekî navçeya Qoserê çêbû.
Li gorî zanyariyan, li zeviyekê ji ber sedemeke nediyar agir bi pûşî ket.
Ji ber ku ba gelekî tund bû, agir di demeke kurt de li qadeke berfireh belav bû.
Piştre jî agir derbasî daristana nêzîk bû.
Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên agirvemirandinê, Birêvebiriya Daristanan, polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Agir nêzîkî malên gundiyan bûbû.
Ji bo rêgirtina li agir, ji xeynî wesayîtên agirvemirandinê, TOMAyên polîsan jî çûn cihê bûyerê û tevlî xebatên vemirandina agir bûn.
Hat ragihandin ku xebatên tîman ên li navçeyê didomin da ku agir bi temamî were kontrolkirin û zerer negihîje malên gundiyan.



